Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...
Çarşamba - 2 Ekim 2024

Armanc azadiya Rêber Apo ye

Li Girtîgeha Îmraliyê çi diqewime? Dewleta tirk û hevkarên wên ên navneteweyî ji bo çi bi israr nahênlin agahî ji Îmraliyê bê birtin? Rewşa...

Kurdên li Lubnanê

Îsrailê dest bi destwerdana bejahî li başûrê Lubnanê kir û pêre jî cihên Hizbilah li başûrê Beyrûtê bombebaran dike. Ev tevgera wan piştî kuştina...

Mehmet Ocalan: Siyaseta malbata Barzanî bi kurdan dide windakirin

Mehmet Ocalan diyar kir ku êrişên li ser Herêma Kurdistanê ji tecrîda li Îmraliyê ne serbixwe ye û wiha got: “Barzanî bi şerê li dijî kurdan nikare pêşengtiyê ji kurdan re bike. Siyaseta malbata Barzanî bi rê ve dibe, bi kurdan dide winda kirin.”

AKP ya ku “çareseriya” pirsgirêka kurd di polîtîkayên şer de dibîne, Partiya Demokrat a Kurdistanê jî girt cem xwe û li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn yên Herêma Kurdistana Federe di bin navê “derveyî sînor” de di 17’ê Nîsanê de pêleke êrişê da destpêkirin. AKP ku hevdîtinên di navbera salên 2013 û 2015’an de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bi dawî kirin, li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê politikaya “agahî negirtinê” xistin meriyetê. AKP ya ku bi astengkirina hevdîtina malbat û parêzeran tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kûrtir kir, konsepta şerê topyekun ku di 24’ê Tîrmeha 2015’an de dabû destpêkirin, bi êrişa di 17’ê Nîsanê de bi hevkariya PDK’ê daye destpêkirin didomîne.

Mehmet Ocalan ê herî dawî di 25’ê Adara 2021’an de bi telefonê bi Ocalan re axivî bû û axaftina wan di nivî de hatibû birîn, têkildarî tecrîd û êrişên Tirkiyeyê bi Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Ocalan, bi lêv kir ku polîtîkayên li Îmraliyê xistin dewrê bi destê dewlet û desthilatê tên meşandin û wiha got: “Berê dibe ku ferqek di nava wan de hebe lê niha teqez tune ye. Dewlet û hikumet divê li gorî qanûnên xwe tevbigere. Qanûn hene lê ew qanûn tên binpêkirin. Ji bo kesên li Îmraliyê tên ragirtin hiqûqeke taybet heye. Ev nayê qebûl kirin. Mecbûr in rêzê ji qanûnên xwe re bigirin, bi vî awayî nikarin bi rê ve bibin.”

Ocalan, bertek nîşanî bêdengiya navnetewî ya li dijî polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê tên bi rê ve birin da û bi lêv kir ku Komîteya Pêşî Lêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) bi Tirkiyeyê re di nava hevkariyê de ne. Ocalan, qala girîngiya rola hêzên navnetewî ya di tecrîdê de kir û wiha berdewam kir: “Di komploya navnetewî de tiliya gelek dewletan heye. Ev hêz îro li dijî tecrîdê ker, kor û lal in.”

Têkiliya şer a bi tecrîdê re

Ocalan, da zanîn ku hemû cîhan li hemberî şerê di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de rûda rabûn lê li dijî şerê li Herêma Kurdistana Federe tê birêvebirin bêdengiyek heye. Ocalan, bi lêv kir ku tecrîd û şer girêdayî hev in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Weke di polîtîkayên tecrîdê de yekemîn alîgira polîtîkayên şer jî NATO ye. Ev şer bi tecrîda li Îmraliyê tê meşandin ve têkildar e. Dema her ku diçim Îmraliyê, birêz Ocalan îşaretî siyaseta demokratîk dikir. Naxwaze xwîn birije. Heke birêz Ocalan axivîbûya, niha ev şer nedibû.”

 ‘Divê tecrîd bê rakirin’

Ocalan, bertek nîşanî muxalefeta bi desthilatê re tevdigere jî da û wiha got: “44 sal in dibêjin ‘teror’. Bi kuştinê çareserî nabe. Mafên kurdan ên demokratîk hene.” Ocalan, anî ziman ku polîtîkayên şer qeyrana aboriyê jî kûrtir kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirov tî û birçî ne. Lê bi trîlyonan pere li şer tên xerckirin. Divê kes ji vê re bêdeng nemîne. Dewlet ji bo çareseriyeke demokratîk nexwest ev tişt diqewimin. Ji bo şer bi dawî bibin divê ewilî tecrîd rabe û dû re birêz Ocalan azad bibe.”

‘Barzanî bi kurdan dide windakirin’

Ocalan, bi lêv kir ku tecrîda girankirî zirarê dide gelan û got: “Ev wê bandorê li hemû Rojhilata Navîn bike. Aştî ji bo hemû gelan hewce ye. Daxwaza gelan aştî ye, kes şer naxwaze.” Ocalan, bi bîr xist ku her ku Rêberê PKK’ê diaxivî girîngiya yekitiya netewî destnîşan dikir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Barzanî tenê malbatên xwe difikirin. Barzanî bi şerê li dijî kurdan nikare pêşengtiyê ji kurdan re bike. Siyaseta malbata Barzanî bi rê ve dibe, bi kurdan dide winda kirin. Kurd vê ji bîr nakin û efû nake. Kurd rastiyê dibînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar