Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

Mehmet Sîncar li ser gora xwe hat bibîranîn

Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar ê di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê hat qetilkirin, ji aliyê malbat û siyasetmedarên kurd ve li ser gora xwe ya li navçeya Qosera Mêrdînê hat bibîranîn. Malbata Sîncar, parlamenterên HDP’ê Omer Ocalan û Îmam Taşçier û rêveberên HDP’ê beşdarî bîranînê bûn. Bîranînê bi rêzgirinê dest pê kir.

Di bîranînê de ewilî hevjîna Sîncar, Cîhan Sîncar diyar kir ku bi ser qetilkirina hevjînê wê re 27 sal derbas bûn û wiha got: “Nedîtina kujeran şerma mezin a dewletê ye. Bila ev jî şerma dewletê be ku heta niha qatilên parlamenterê xwe dernexistiye holê. Endamek Hîzbûllahê girtin û gotin qatil e lê ew jî berdan. Çi dikin bila bikin dîtina van qatilan deynê stûyê me ye. Em ji nirxên xwe re deyndar in. Heta ku emrê me têr bike. Emrê me têr neke jî wê zarok û neviyên me hesabê vê yekê bipirsin û wê dest ji dozê bernedin. Bila dengê me here her kesî.”

‘Dixwazin ser dozê bigirin’

Sîncar da zanîn ku dixwazin dozê bi dembihûrînê re hevrû bihêlin û ev tişt anî ziman: “Em ê dest ji doza xwe bernedin. Ev ala şeref û namûsê ye. Em ê vê alê her hildin. Em vê bangê li her kesî dikin. Em soz didin ku em ê têkoşîna wan birêve bibin. Em serbilind in. Ne em wê dewlet şerm bike. Em ê layîqî nirxên xwe bin. Soza me soz e.”

‘Kuştina Sîncar şermê li pey xwe hişt’

Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier jî bi bîr xist ku heta îro gelek kes di xeta têkoşîna demokrasiyê de bi awayê kiryarên nediyar hatin qetilkirin. Taşçier destnîşan kir ku piştî kuştina Sîncar li Tirkiyeyê şermek qewimî û gund hatin şewitandin, însan hatin koçberkirin, bi hezaran kes hatin kuştin û ji bo vê yekê banga rûbirûbûnê kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî diyar kir ku dijminatiya li ser kurdan didome û ew ê li dijî vê yekê têkoşîna demokrasî û aştiyê biparêz in.

Parlamenterê DEP’ê yê Mêrdînê Alî Yîgît ê ku wê serdemê bi Sîncar re parlamenter bû jî da zanîn ku tu demê siberoja siyaseta şer nîne û tişta herî rast ew e ku çareserî ji pirsgirêka kurd re were dîtin. MÊRDÎN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar