PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Mehmûd: Ji bo herêmê gefa esasî îktîdara AKP’ê ye

Nûrî Mehmûd da zanîn ku herêma ewle ya ku Erdogan difikire û ya ku Trump dibêje ji hev cuda ne û nabe ku ev herêm bikeve bin kontrola dewlet tirk. Mehmûd da zanîn ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya ku piştgiriyê dide cîhadîst û selefiyan jî têk çûye

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd têkildarî geşedanên dawî yên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê, ji nûçegihanên MA’yê bi Nazim Daştan re axivî. Mehmûd da zanîn ku Tirkiye di hêla erdnîgariyê de xwedî cihekî stratejîk e lê desthilatdariya heyî ev rewşa Tirkiyeyê li ber nîqaşan vekiriye.

Nûrî Mehmûd da zanîn ku hikûmeta AKP’ê polîtîkaya piştgiriya bi terorîzmê re dimeşîne û wiha domand: “Ji Birayên Misilman heta DAIŞ’ê vê yekê dike. Her çiqas vê înkar jî bike, ev piştgirî bi vekirî didome. Gelek belge û agahiyên di vê derbarê de hene. Îktîdar stratejîkbûna Tirkiyeyê li dijî cîhanê bi kar tîne. Niha jî dixwaze piştî van qirêjiyan, xwe pak derxîne û xwe diparêze. Lê bawerî pê nayê. Ji ber vê jî gotinên wan ên der barê têkiliyên bi DYA’yê re baweriyê nadin. Biryara vekişîna DYA’yê li wir tê nîqaşkirin. Rast e biryara vekişînê heye lê bernameyeke wan nîne.”

‘Gefa esasî dewleta tirk e’

Mehmûd piştre jî bal kişand ser ser nîqaşên têkildarî herêma tampon û ev nirxandin kir: “Serokê DYA’yê Trump daxuyaniyekê da. Tirkiye ji bo ku xwe rojevî bike, mijara herêma tampon girt rojeva xwe. Di navbera daxuyaniyên Trump û Erdogan de gelek cudahî hebû. Tirkiye dixwaze herêma tampon ji Cerablus, Ezaz, Efrîn û Idlibê pêk bê. Di vê herêmê de jî komên terorê yên El Nusrayê hene. Tirkiyeyê li Efrînê rê li ber zirarên mezin vekir. Ji bo herêmeke ewle pêdivî bi krîterên qanûnên navneteweyî hene. Ji ber vê yekê jî hebûna aliyekî sêyemîn pêwîst e. Ev yek dibe ku ji Neteweyên Yekbûyî (NY), hêzên koalîsyonê ango hêza aştiyê pêk bê. Divê ev weke çavdêr li herêmê bin. Dikarin gefa esasî ya li herêmê jî bişopînin. Li vir xuya bû ku di esasê xwe de yên ku gefan dixwin, Tirkiye ye. Em dubare dikin, ji bo herêmê ne gelên Tirkiyeyê, desthilata AKP’ê gef e. Dixwazin osmaniyan vejînin.”

Mutabaqata Edeneyê

Di berdewamê de jî Mehmûd got ku ger Tirkiyeyê li herêmê siyaseteke cuda bi meşanda, dê ji Rojhilata Navîn re bibûya model û wiha domand: “Lê ji ber polîtîkayên heyî, artêşa tirk weke komeke çete didin şerkirin. Serokomarê tirk gelek caran got; ‘ger DYA piştgiriyê nede me, em ê bi dostên xwe yên din re rûnin.’ Ev dost jî Rûsya û Îran in. Rûsya jî vê rewşê bi kar tîne û bi xwe ve girê dide. Bi Mutabaqata Edeneyê re jî dê rejîmê bi fermî nas bike. Her wiha li rojhilatê Firatê hêzên NATO’yê hene û dê bi wan re rû bi rû bimîne. Her wiha bi qebûlkirina vê peymanê re dê hebûna wan a li Sûriyeyê jî bê nîqaşkirin. Polîtikaya Erdonan ku piştgiriyê dide cîhadîst û selefiyan a li Sûriyeyê têk çû.”

‘Dixwaze li Helebê derî li ber El Qaîdeyê veke’

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tirkiye niha jî li Idlibê dixwaze di nava Biratiya Misilmanan, feraseta DAIŞ’ê peş bixe. Her çiqas bibêjin Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) jî, ev di rastiya xwe de El Qaîde ye. El Qaîde niha li rojavayê Firatê piştgiriyê dide dewleta tirk. Di pêşengiya El Nusrayê de hikûmetekê ava dike. Ev jî nîşaneya peymanê ye. Dixwaze tiştê ku DAIŞ’ê li Reqqayê pêş xist, li vir ava bike. Lê pergala demokratîk a li rojhilat û bakurê Sûriyeyê li ber vê asteng e. Tişta li Efrîn, Dera û Gutayê pêk anî, dixwaze niha jî li Idlibê pêk bîne. Li herêmê bazareke qirêj heye. Tirkiye dixwaze bi Minbicê derbasî Helebê bibe. Mîna li Reqqayê derî li DAIŞ’ê vekir, niha jî dixwaze li Helebê derî li El Qaîdeyê veke.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar