Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Mehmûd Osman: Heta azadiya Rêber Ocalan divê çalakî bidomin

Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku komploya li hemberî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li hemberî gelê kurd pêk hat û wiha got: “Divê gelê kurd heta azadiya Rêber Ocalan çalakiyên xwe bidomîne û Rêber Ocalan azad bike.”

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de  bi Komployek Navneteweyî hate revandin û radestî Tirkiyeyê kirin. Rêber Apo 25 sal in li girava Îmraliyê tê girtin û ev 3 sal in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Tevî ku tecrîdek girankirî li ser tê meşandin jî, lê berxwedan û têkoşînek bê hempa dide meşandin. Siyasetmedarê ji başûrê Kurdistanê Dr. Mehmûd Osman derbarê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî.

Dr. Mehmûd Osman wiha dest bi axaftina xwe kir: “Komploya 15’ê Sibatê bi serokatiya DYA, welatên Ewropa û Îsraîlê dijî Rêber Ocalan hate pêkanîn û radestî dewleta tirk kirin. Komploya 15’ê Sibatê neheqiyek dijî Abdullah Ocalan bû. Ji ber wê ev sûcek mezin bû ku li beramberî gelê kurd û Abdullah Ocalan hate pêkanîn. Bi salane bi awayekî ne yasayî û bê sûc tê girtin. Mafê dewleta tirk nîne ku Ocalan bixe girtîgehê û dadgeh bike.”

Dr. Mehmûd Osman diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan tevî ku bi salane di girtgîgehê de tê girtin, her tim hewlên aştî û danûstandinê daye û got ku lê dewleta tirk nekariye pirsgirêka gelê kurd çareser bike, berevajiyê wê li dijî gelê kurd û mafê gelê kurd bi berdewam rêya şer hilbijartiye.

Siyasetmedar Dr. Mehmûd Osman axaftina xwe wiha domand: “Welatên ku beşdarî komploya li dijî Abdullah Ocalan bûn, bi şêweyê berdewamiya plana Amerîka lidarxistin ku li gorî berjewendiyên dewleta tirk bû. Dewletên ku beşdarî komployê bûne, li ser esasê berjewendiyên xwe beşdarî komployê bûne. Dewleta tirk bi girtina Abdullah Ocalan xwest ji gelê kurd re bêje ‘pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê nîne, yê li nav xaka Tirkiyeyê dijîn tirk in’. Ango mafên tu netewekê bi tu awayî qebûl nake.”

Dr. Mehmûd Osman qala mafê hêviyê yê ji bo her girtiyekê kir û wiha pê de çû: “Bi salan e ji bo Ocalan efûyeke giştî dernexistine, lewma ev polîtîkayeke nijadperestî ya dewleta tirk e. Xebatên gelê kurd divê bi xwepêşandan, kampanya û helwesta xwe ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bidome. Lê civaka navneteweyî ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê dengê xwe dernakeve. Ji ber vê jî xebatên gelê kurd heta azadbûna Ocalan ji girtîgehê, divê bidome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar