Hêzên navdewletî bi tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re rêbazek nû ya şerê taybet pêş xistin. Di sedsala 20’emîn de li Rojhilata Navîn welat parçe kirin. Kurdistan kirin çar perçe. Lê di sedsala 21’emîn de vê carê civakê parçe dikin. Ji bo vê yekê jî civakê bê hiş û mejî dihêlin. Mêjiyê civakê tecrîd dikin.
Li Rojhilata Navîn şerekî dijwar heye. Navenda vî şerî Kurdistan e. Ev şerê li Rojhilata Navîn û Kurdistanê tê meşandin jî; bi aqilê DYA, Rûsya, welatên Ewropa û bi destê Tirkiyeyê tê meşandin. DYA û Rûsya stratejiyan pêş dixin. Tirkiye jî ji bo vî şerê li Rojhilata Navîn dibe arkolk û maşikê şerê herêmê.
Ji bo vî şerî li gorî xwe serkeftî bimeşînin û projeyên xwe yên sed salî têxin meriyetê, rê û rêbazên taybet pêş dixin. Li aliyekî civakê bê hiş û mejî dihêlin. Li aliyê din hewl didin mejiyê xwe, çanda xwe di civakê de bi cih bikin. Li aliyekî civakê bê cih û war dihêlin, bê parastin û birçî dihêlin. Yek ji var rêbazên şerê taybet tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê ye. Rêbaza din jî pêşxistina komên çete yên wekî DAIŞ, OSO, Lîwa El-Şemal, Dîfaa El-Wetenî, El-Nusra, Cebhet El-Şamiyê, Cebhet El-Şerqiyê, Sultan Murad, Feyleq El-Mecid, El-Emşat, Tahrir el-Şam (HTŞ), Cebhe Fetih el-Şam (el-Nusra), Ceyş El Sunnası, Liva El-Şah Ahrar el-Şam û gelek çeteyên din in. Ev kesên di nava çeteyan de cih digirin, piranî jî, kesên tev li sûcên li dijî civakê bûne ne. Ji gelek welatan kom kirine û anîne tev li şerê li Kurdistanê kirine. Li ser navê ol, li ser navê xweda bi pereyan şer dikin.
Bi rêbaza tecrîdê, dixwazin di serî de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û hemû pêşeng, rewşenbir û siyasetmedarên kurd bi sînor bikin. Rê li pêş fikr û nirxandinên wan bigirin û nehêlin ku bi fikr û felsefeya xwe civakê ronî bikin. Dixwazin her tim hemû beşên civakê yên muxalîf di nava tarî, kaos, tirs, fikar, birçîbûn, xizanî û nexweşiyan de bihêlin. Dixwazin artêşa xizanan ava bikin û li pêş kargerî, fabriqe û şîrketan parsekî û koletiyê bikin. Dixwazin rojane tenê li zikê xwe bifikirin. Mejiyê civakê ji wan distînin û ciwanan teşwîqî fihûş, esrar, tîner, eroin, krîstal û tiryakên din dikin. Dema mirov li bajarê Îzmîr, Mêrsîn, Edene, Riha, Amed, Şirnex, Colemêrg û Wanê ku kurdên ji gundên xwe koçî van bajaran kirine dinêre, bi hezaran ciwan di nava tora tiryakê de fetisîne. Ji siyasetê û civakê dûr ketine. Dema vê yekê dikin jî ewil bi destê çeteyan mirovan ji cih û warên wan koç dikin. Ji koka wan, ziman û çanda wan qut dikin. Piştre wan neçarî tiryak, fihûş koletiya erzan dikin. Ji bo vê yekê berî her teştî aqilê wan didizin. Yên siyasetê dikin û fikrên xwe parve dikin jî davêjin zindanan û tecrîd dikin. Naxwazin bifikirin. Naxwazin kesên ji bo pêşeroja civakê difikirin di nava civakê de cih bigirin. Ji ber vê yekê kesên bi fikr û felsefeya xwe pêşengiya civakê dikin, di zindanan de bê agahî û bê deng dihêlin.
Dema em li rewşa aborî, çandî, civakî ya li bajarên Tirkiyeyê dinêrin, em bandora tecrîda li Îmraliyê û tecrîda li girtîgehên din a li ser civakê bêtir aşkera û şênber dibînin. Bi taybetî di 17 rojên qedexeya kolanan de bi hezaran mirov li kolanan parsekiyê dikin. Bi hezaran mirov tiryakê dikişînin. Bi hezaran mirov bi keda erzan li zevî, kargerî û înşaetan de bi keda herî erzan kar dikin. Em dibînin ku her roj bi her awayî mafê mirovan û civakê tê binpêkirin. Mirov întihar dikin.
Li aliyê din şerê fizîkî pêş dixin. Vî şerê li Kurdistanê bi hevkariya Tirkiye û bi destê çeteyên li herêmê belav bûne pêş dixin. Îro li Metîna, Avaşîn û Zapê şerekî dijwar didome. Ji 23’ê Nîsanê heta niha 24 roj in şer bi dijwarî didome. Her çend wekî şerê li dijî PKK’ê nîşan bidin jî di esasê xwe de dixwazin herêmê vala bikin û hêza xwe bi cih bikin. Mînaka vê yekê li Idlib, Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî şênber xuya dibe. Efrîn vala kirin û komên çeteyan lê bi cih kirin. Serêkaniyê û Girê Spî vala kirin û komên çeteyan li vir bi cih kirin. Beriya ku Reqa rizgar bibe, Reqa vala kiribûn û hêzên xwe yên çeteyan lê bi cih kiribûn. Van komên çeteyan bi cih dikin û şênî û niştecihên bajaran bê war dihêlin. Perçe dikin û bê pergal û bê parastin dihêlin. Niha ewil mêjiyê civakê felç dikin, piştre bedenê parçe dikin. Tecrîda îro li Îmraliyê didome, vê yekê şênber tîne pêşberî çavên me. Ku sazî, dezgeh, komele û rêxistinên kurdan vê yekê nebînin û li dijî vê yekê tedbîran negirin, talûkeyek mezin li pêş civakê ye.