Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Mekanîka darbeyê yekser êrîşî demokrasiyê dike’

Hevserokê DBP'ê Bayindir diyar kir ku heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, wê darbeyên nû li dijî qenalên siyaseta demokratîk bêne kirin û wiha got: “Bêguman cara yekê nîne ku em li vê mekanîka darbeyê rast tên. Mekanîka darbeyê ku yekser êrîşê li qenalên têkoşîna demokratîk û îradeya gel dike, xwe dispêre salên 1990'î.”

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî planên desthilatdariyê û zextên li ser gelan de axivî. Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser betalkirina parlamenteriya Can Atalay û anî ziman ku heta pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, darbeyên nû wê li siyaseta demokratîk bêne kirin û wiha got: “Em ê ne vê biryarê nas bikin, ne jî li hemberî siyaseta darbeyê paşve gavê biavêjin.”

li ser betalkirina wekîltiya Parlamenterê Hatayê yê TÎP’ê Can Atalay ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku bi vê biryarê re deqeke reş li Meclîsa Tirkiyeyê ketiye, îradeya gel tune hatiye hesibandin.

Rejîmeke wiha ye ku îradeya gel tune dihesibîne

Bayindir diyar kir ku desthilatdarî li xwe mikur hatiye ku qanûn, hiqûqa navxweyî tune dihesibîne, di sîstema rêveberiyê de îradeya gel ji nedîtî ve tê û wiha axivî: “Bêguman cara yekê nîne ku em li vê mekanîka darbeyê rast tên. Mekanîka darbeyê ku yekser êrîşê li qenalên têkoşîna demokratîk û îradeya gel dike, xwe dispêre salên 1990’î. Darbeya siyasî ya ku sala 1994’an li dijî parlamenterên DEP’ê hate kirin, îro bi destê desthilatdariya AKP-MHP’ê careke din bi cih tê anîn. Mejiyê ku di salên 1990’î de bi girtina parlamenteran û partiyên siyasî re xwestin pêşî li têkoşîna demokrasiyê ya gelê kurd bigire, îro jî xwe nû kiriye û veguheriye rejîmeke wiha ye ku îradeya gel tune dihesibîne. Darbeya siyasî ya ku 4’ê mijdara 2016’an li hemberî HDP’ê hate kirin û bi dewama wê wekîltiya Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari hate desteserkirin ku divê ev yek neyê jibîrkirin.”

Bayindir ragihand ku mekanîka darbeyê ya ku ji parlamenterên DEP’ê heta HDP’ê xwe nîşan da, li dijî têkoşîna demokratîk a gelan weke rêbazeke desthilatdariyê dewam dike û anî ziman ku heman mekanîka darbeyê îro di şexsê Can Atalay de hatiye nûkirin.

Desthilatdarî îradeya gelê kurd tune dihesibîne

Bayindir destnîşan kir ku desthilatdariya ku îradeya siyasî ya gelê kurd tune dihesibîne êdî bi ser hemû beşên civakê ve diçe û got, “Ji ber ku feraseteke têkoşînê ya ji dil û xurt nehatiye avakirin, mekanîka darbeyê hîn jî dewam dike. Ji ber vê yekê em bi israr li ser çareseriya pirsgirêka kurd disekinin. Desthialtdariya siyasî ya ku îradeya gelê kurd tune dihesibîne, di asta heyî de bi ser hemû beşên civakê ve diçe. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, wê darbeyên nû li dijî qenalên siyaseta demokratîk bêne kirin. Divê baş were zanîn, ev biryar ji bo me derbasdar nîne, nayê qebûlkirin. Em vê ne vê biryarê nas bikin, ne jî li hemberî siyaseta darbeyê paşve gavê biavêjin. Li hemberî desthilatdariya ku sûc dike em ê têkoşîna xwe ya siyaseta demokratîk dewam bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar