Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, li Buroya Pêwendiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay di dest pê ka axaftina xwe de 3’yê Kanûnê Roja Astengdarên Cîhanê nirxand û diyar kir ku ew ê ji bo jiyanek bêasteng û avakirina welatek azad her tim têbikoşin.
Gunay derbarê salvegera bombekirina buroya Enqereyê û avahiya navendî ya Rojnameya Ozgur Ulke ya Stenbolê de jî nirxandin kir û wiha got: “Di 3’yê Kanûna 1994’an de avahiyên rojnameyê hatin bombekirin. Em van êrîşan carek din lanet dikin. Faîlên van êrîşên li dijî çapemeniya azad tên naskirin. Piştî biryara di civîna MGK’ê de hat girtin, êrîş pêk hat. 26 sal in berpirsiyarên van êrîşan tên parastin. Em carek din şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînin û spasiya xebatkarên çapemeniya azad dikin.”
Mûçeya kêm
Di axaftina xwe de Gunay da zanîn ku nîqaşên mûçeya kêm bi milyonan eleqedar dike û ev tişt anî ziman: “Desthilatdarî dixwaze heya saleke mûçeya xizantiyê bi rêve bibe. Bi vê mûçeya kêm her ku diçe birçîbûn, xizantî û hejarî mezintir dibe. Em vê rewşê qebûl nakin û divê mûçeya herî kêm bibe 4 hezar TL. Ji bo ku mûçe kêm, xizantî, hejarî û birçîbûn ji holê rabe, em ê bi kedkaran, bindestan û xizanan re têkoşîna xwe dewam bikin.”
Dijminatiya li dijî gele kurd
Gunay destnîşan kir ku siyaseta dijminatiyê ya li dijî gele kurd li her qadê dewam dike û wiha got: “Di 30’ê mijdarê de, ciwanê 16 salî Ozcan Erbaş, di encama gulebarandin leşkeran de jiyana xwe ji dest da. Qetilkirinên mîna Ceylan Onkol, Ûgûr Kaymaz, Berkîn Elvan, Alî Îsmaîl Korkmaz, Roboskî, Kemal Kûrkût û gelek komkujiyên sivîlan hîn jî dewam dikin. Ji ber polîtîkayên ne cezakirinê, her roja diçe ev qetilkirin zêdetir dibin. Em qetilkirina Ozcan Erbaş lanet dikin. Em ê li dijî van qetlîaman bêdeng nemînin. Rojek zû ne yek dereng kujer dê li pêşberî hiqûqê hesab bidin.
Heman polîtîkayên êrîşkar di girtîgehan de jî dewam dikin. Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de, ji bo bi dawî kirina tecrîdê û binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de dest bi greva birçîbûnê kirin. Divê desthilatdarî daxwazên girtiyan li ber çavan bigirin. Li ku derê dibe bila bibe, em ê li dijî hemû êrîş û binpêkirinên mafan li ber xwe bidin û têkoşîna xwe ya meşrû bilind bikin. Desthilatdarî ji bo ku xwe li ser pêyan bigire êrîşî gelê kurd dike. Lê divê desthilatdarî baş zanibe ku bi tundiyê wê tu carî nekare li ser pêyan bimîne.
Wisa difikirin ku bi kûrkirina tecrîdê û neçareserkirina pirsgirêka kurd her tişt wê biqede. Bi vê boneyê em dixwazin vê bêjin, sedama hemû krîzên li welat, tecrîda dijmirovahî û bêhiqûqî ya li Îmraliyê dewam dike ye. Bi hinceta ‘Nexşerêya’ berî 11 salan hatibû nivîsandin, cezayê dîsîplînê dan Birêz Ocalan. Di rastiyê de, darbe bi tecrîdê dewam dike. Ev 20 sal in Ocalan ligel hemû bêderfetiyan jî, ji bo aştiyê, çareseriyê û diyalogê vînek mezin nîşan dide. Vîna wî ya çareserkirinê heye. We 2 sal û nivê li Îmraliyê pêre hevdîtin kir. Lê we rêberekê ku got ez ê di hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim xist tecrîdê. Em ê her tim heqîqetê vebêjin. Em ê ji têkoşîna xwe paşve gav neavêjin. Her ku hûn li me bixin û êrîş bikin, em ê ewqas din mezintir bibin.
Rêya xelastiya welat û avakirina siyaseta demokratîk bi guhdarkirina Ocalan re derbas dibe. Çi dema Ocalan biaxive mirin radiweste, çi dema tecrîd hebe şer dewam dike. Em ê weke HDP’ê, pêşniyarên xwe yên siyaseta demokratîk û hiqûqa gerdûnî dewam bikin. Em bi awayekê aşkera dibêjin, pêwîstî bi aştiyek birûmet û siyasetek demokratîk heye. Adresa vê û rêya çareseriyê jî Birêz Ocalan e. Divê ev tecrîda nehiqûqî û bêexlaqî ji holê rabe û rêyên diyalogê bên vekirin.” AMED