Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Mela Senger: PKK ji bo hebûna kurd û mafên wê şer dike

Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo kampanyaya derxistina navê PKK’ê ji lîsteya terorê herku diçe berfireh dibe. Ji hemû beşên civakê piştgirî ji kampanyêre tê nîşandan û daxwaza derxistina navê PKK’ê ji nav lîsteya terorê tê kirin.

Mamostayê Olî Mela Senger Ebdulqadir yê ji navçeya Soran, derbarê hiştina navê PKK’ê di nava lîsteya terorê de ev nirxandin kir: “Di çavên welatên serdest û herêmî de ne tenê PKK, hemû kurd wek terorîst tên dîtin. Di dema rejima Baas de jî kurdên Başûr wek îstixbarat û têkder dihatin binavkirin. Ev jî belgeya wê yekê ye ku di çavê welatên herêmî de kurd bi giştî wek terorîst tên dîtin. Madem PKK terorîste, wê demê çima di demên teng de û ji bo berjewendiyên xwe welatên serdest û herêmî daxwaza lihevkirinê li gel dikin?”

Mela Senger da zanîn ku PKK ji ber ku parastinê hebûna netewa kurd dike û ji bo bidestxistina mafên gelê kurd şer dike navê wê lîsteya terorê de ye û ev tişt anî ziman: “Li her derê cîhanê ew hêz û aliyên siyasî ku muxalefet in, dikin nav lîsteya rêxistinên qedexekirî. Lê hêzên desthilatdar çekên atomê bikartînin, bajaran wêran dikin, lê kesek ji wan re nabêje terorîst.”

Di dewamê de Mela Senger da zanîn ku zilm li gelê kurd hatiye kirin û xaka wê hatiye dagirkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber wê nabe navê tu kurdek di nav lîsteya terorê de nabe. Xweda di Quranê de dibêje, mirovahî ji bo aştiyê têbikoşin, ne ji bo şer. Ji ber ku şer malwêraniye, pêwîste li dijî hêzên şerxwaz rabin. Pêwîste di navbera PKK’ê û Tirkiye de aştî çêbe. Ji ber ku wê Tirkiye û tevayî Rojhilata Navîn sûd ji aştiyê bibînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar