Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Menan: Du rê li pêşiya çeteyên dewleta tirk a dagirker in

Çalakvanê siyasî Esed Menan diyar kir ku di hewldanên normalîzekirinê yên di navbera dewleta tirk a dagirker û rejîma Şamê de wê windakarê herî mezin, komên çeteyan bin û anî ziman ku ew neçar in an xwe radestî rejîma Şamê bikin an jî ji Sûriyeyê derkevin.

Di van demên dawî de hem ji aliyê dewleta tirk a dagirker û hem jî ji aliyê rejîma Sûriyeyê daxuyanî tên dayîn. Hewldanên di navbera rejîma Şamê û dewleta tirk de didomin. Di vê dawiyê de agahî belav bûn ku civîn di navbera îstixbarata Rûsya û dewleta tirk de ji bo vekirina korîdorên din ên di navbera herêmên dagirkirî û yên rejîma Şamê de didomin. Hemwextî wê li herêmên dagirkirî alozî û şerên navxweyî di navbera çeteyan de didomin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê herî dawî Rûsya û dewleta tirk li bajarê Seraqibê yê li rojhilatê Idlibê li hev civiyan û vekirina rêyên M4 û M5 nîqaş kirin.

Çete li ser aqûbeta xwe bi fikar in ku dewleta tirk mîna herêmên din ên Sûriyeyê, li beramber lihevkirinê wan radestî rejîma Şamê bike.

Çalakvanê siyasî Esed Menan diyar kir ku dewleta tirk a dagirker ji bo ku armancên xwe li Sûriyeyê bi dest bixe, ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve komên çete ava kirin û wiha domand: “Xwepêşandan aştiyane bûn. Lê piştî ku dewleta tirk destwerdana wê kir, sînorên xwe li pêşiya koçberiyê vekirin, komên çete ava kirin û navên Osmanî lê kirin û ew bi kar anîn ji bo ku planên xwe pêk bîne.”

Menan axaftina xwe wiha domand: “Berê jî li gelek herêmên din ên Sûriyeyê mîna Xûtayê, dewleta tirk komên çeteyan ji bo berejewendiyên xwe bi kar anîn. Çete ji Xûtayê derxistin û li beramber wê Efrîn dagir kir.”

Menan destnîşan kir ku komên çeteyan di destê dewleta tirk de bûne “pêlîstok” û çawa dixwaze wan bi kar tîne, geh dişîne Lîbyayê yan jî Azerbeycanê yan jî dewletên din ji bo ku berjewendiyên xwe bi rêya wan bi dest bixe.

Menan bal kişand ser hewldanên normalîzekirinê û got: “Erdogan dixwaze bi rejîma Şamê re li hev were, ji ber ku nikare vîna gelê kurd bişikîne û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêma bakur û rojhilatê Sûriyeyê de têk bibe.”

Li gorî Menan di hewldanên normalîzekirinê de windakarê herî mezin, komên çeteyan in û diyar kir ku ew neçar in an xwe radestî rejîma Şamê bikin û pê re li hev werin an jî ji Sûriyeyê derkevin.

Menan helwesta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) jî şermezar kir ku sûcên dagirkeriya tirk ên li Efrînê paşguh dikin û hewl didin dagirkeriyê rewa bikin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar