Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Menopoz ne nexweşî ye parçeyek jiyana jinan e’

Hevseroka SES’ê ya Amedê Gonul Adibelî têkildarî menopozê axivî û da zanîn ku menopoz tiştek xwezayî ye û parçeyek jiyana jinan e. Her wiha Adibelî diyar kir ku divê menopoz wekî nexweşiyek neyê dîtin

Menopoz parçeyek jiyana jinan e û tiştekî xwezayî ye. Menopoz ku di temenê 45 û 55 saliyê de destpê dike, bi dawîbûna reglê ye. Ketina menopozê li gorî şert û mercên jiyanê diguhere. Menopoz peyvek yewnanî ye û peyva ‘Mens’ tê wateya ‘heyvê’ û peyva ‘Pause’ jî tê wateya ‘rawestînê’.

Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê Gonul Adibelî derbarê mijara menopozê û pêvajoya menopozê de agahî da.

Adibelî di destpêka axaftina xwe de li ser wateya menopozê rawestiya û ev tişt anî ziman: “Menopoz jî demeke jiyanê ye. Di jiyana jinê de wekî pêvajoyek tê nirxandin. Wekî zarokatî, ciwantî û kalbûn. Ev tişt jî di jiyana jinan de cih digire. Her wiha divê menopoz wekî nexweşiyek neyê şîrovekirin.”

‘Di temenê 45 û 55 saliyan de destpê dike’

Adibelî anî ziman ku her jinek di navbera temenê 45 û 55 salî de dikeve menopozê û wiha got: “Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê jî menopozê wiha şîrove dike; ‘Vegera reglê bi awayekî mayînde çalakbûna xwe radiwestîne’. Di dema menopozê de, di hêkan de madeya bi navê falekul (overler) dikeve asta herî jêr û girêdayî wê hilberîna ostrojenê jî kêm dibe. Bi demê re hilberîna ostrojenê qut dibe û hêk biçûk dibin. Herî dawî jî jin êdî nema regl dibe û jin êdî nikare zarok jî bîne.”

‘Pêvajoya menopozê girîng e’

Di berdewamê de Adibelî qala pêvajoya premenepoz, postmenopoz û perimenopozê kir û wiha pêde çû: “Pêvajoya Premenepoz; wekî destpêka menopozê tê şîrovekirin û di vê deme de hilberîna folekulê kêm dibe. Ketina reglê bê pergal dibe. Ev pêvajo heta çend mehan an jî salekê berdewam dike. Di vê pêvajoyê de pirsgirêkên derkevin holê gelek in. Ta girtin, germbûna zêdehî, xwêhdan, bi hestiyarbûna zêde, bêxweyî, acizî, îştaheke zêde, sorbûna rû, ser êşê, bê bawerbûn, bê hişbûn, bê baldarbûyîn, bê halbûn, westan rû dide. Di pêvajoya postmenopoz de jî, pêvajoya ku di navbera 7 salan de berdewam dike ku piştî menepozê salekê postmenopoz çêdibe.”

‘Pirsgirêkên tenduristiyê derdikevin holê’

Adibelî piştî agahiyên derbarê premenepoz û postmonepozê de li ser perimenopozê jî rawestiya û ev tişt anî ziman: “Di rewşa perimenopozê de, lebetên genîtal, malzarok, vajîna, vulva û uretrayê de biçûkbûnek çêdibe. Girêdayî vê yekê jî zû bi zû hatina îdrarê, di vulvayê de xwehrîn, sorbûna rehîm, di kîsê îdrarê de sorbûn pêk tê. Di çerm de tenikbûn, qasiya kolejenê kêm dibe. Di pirç û mû de kêmbûn pêk tê. Çerm zuha dibe û nermbûna xwe winda dike. Birînên di laş de zû bi zû rehet nabin. Di nav, lêv û sîngê de mûyên stûr derdikevin. Lê li gel vê yekê di bin çeng û cihê genîtal de mû kêm dibin. Di wê pêvajoyê de lêv zuha dibe, tama dev nexweş dibe û pirsgirêkên goştê diranan derdikevin holê. Kabiztî û pirsgirêka basûr zû bi zû derdikeve. Rîska nexweşbûn û ketina nexweşiya dil zêde dibe û bi wê re kolesterol zêde dibe. Pirsgirêkên tansiyona zêde, hişkbûna demaran rû didin.”

‘Menopoza xwezayî û menopoza cerahî’

Di axaftina xwe de Adibelî bal kişand ser menopoza xwezayî û menopoza cerahî û wiha domand: “Menopoza  xwezayî; Beriya di temenê 45 salî de pêk tê û ji bo vê dibêjin menopoza bilez. Sedemên wê jî rewşa erdnîgarî, radyoterapî, kamoterapî, girtina mîkroban, kurtaj, di dema ducanî de ketina zarok, zêde ducanîbûyîn, kîloyên zêde ne. Bi wê yekê re faktorên temenê menopozê diyar dikin jî travmayên psîkolojîk, şer, erdhêj, di demek dirêj de di zindanê de mayîn û koçberî temenê wê diyar dike. Jinên ku li cihên xwedî avhewayên sar de, di cihên gundewarî de û xwezayî de dijîn hîn zûtir dikevin menopozê. Ya din jî menopoza nîştegerî (cerrahî); Di hinek rewşên tedawîkirinê de dibe kes bikeve menopozê. Jinek ku regl dibe ger hêkdana xwe bi awayekî cerahî derxe dê vegera reglê raweste û pêvajoya menopozê dest pê bike.”

‘Helandin û şikestina hestiyan’

Her wiha Adibelî bal kişand ser girîngiya nexweşiya osteoporozê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di pêvajoya menopozê de bi taybetî di hestiyan de mîneral her ku diçe kêmtir dibin. Ev tişt jî dibe sedema şikestin û helandina hestiyan. Bi taybetî di rewşên wiha de divê jin biçin nexweşxaneyê.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar