Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, li Amedê civîneke çapameniyê li dar xist û biryara ku Lîjneya Dîsîplîna Navendî ya Partiya wê derbarê parlamenterê Mûşê Mensûr Işik de ku tundî li hevjîna xwe kiribû daye, aşkera kir. Beştaş derbarê mijarê de ev tişt got: “Lîjneya dîsîplînê bi şertê ku gotinên jinê esas in lêpirsîn da destpêkirin û di vê çarçoveyê de hem Mensûr Işik hem jî Ebrû Işik guhdar kir. Parastinên wan hatin girtin û angaşt hatin guhdarkirin. 2 sal cezayê dûrxistinê li Mensûr Işık hat birîn.” AMED