Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mêr li dijî şîdeta li ser jinan sibê dadikevin kolanan

Li Amedê mêr li dijî şîdet û kuştinên jinan pêngava yekem davêjin û dadikevin kolanan

Sedema herî mezin a şîdet, tacîz, tecawiz û kuştinên jinan polîtîka bêcezabûnê ye. Heta niha jinan li qadan bertekên xwe anîn ziman û niha jî di 16’ê hezîranê de mêr wê li dijî hevzayendên xwe dakevin kolanan û çalakiyê pêk bînin. Mêran da zanîn ku divê mêr rexnedayîna xwe bidin û diyar kirin ku kuştinên jinan pisgirêkeke civakî ye.

Hevsrokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan têkildarî mijarê ji Jinnewsê re axivî û diyar kir ku li Amedê di meha dawî de 3 jin hatine qetilkirin û wiha got: “Ji bo hestiyariya civakî bê afirandin û wek mêr vê zîhniyetê mehkûm bikin, em ê çalakiyê pêk bînin. Peyamek me ya ku divê em bidin xwe û civakê heye; Kuştinên jinan ne mijareke ku divê tenê jin proste bikin. Ev mijarek civakiye û berteka civakî pêwiste. Ev pirsgirêka mêr û dewletê ye. Beriya her tiştî divê mêr rexnedayîna xwe bidin û vê ferasetê mehkûm bikin. Divê hemû mêr li dijî kuştinên jinan têbikoşin. Şîdet û kuştinên li hember jinan tiştekî nayê qebûlkirinê ye. Jin jiyan bixwe ye û jiyanê diafirîne. Ji ber vê destê dirêjê jinê dibe dirêjê civakê dibe.”

Hişmendiyek civakî divê

Zeyyat Ceylan di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji vir şûnde divê mêr ji jinan zêdetir li qadan li dijî tacîz, tecawiz û her cureyê şîdetê têbikoşe û ev tişt got: “Em dikarin hişmendiyek civakî biafirînin û bi serkevin. Divê em di çarçoveya wekheviya zayendî de ferasetekê serdest bikin. Divê em li dijî jinan û civakê rexnedayîna xwe bidin. Berdewamkirina qetilkirina jinan ya di roja îro de, berpirsyariya me ye. Divê em bi giştî bertek nîşan bidin.”

Hevserokê DBP’a Amedê Garîp Kandemîr jî balkişand ser zêdebûn û berdewamkirina şîdet û kuştinên jinan û divê li dijî vê tiştek bê kirin û wiha got: “Em mêr divê li dijî hevzayendên xwe têbikoşin. Şîdeta li ser jinan û kuştinên jinan xwedî bingeheke îdeolojîk e. Têkoşîna azadiyê têkoşîneke hebûnê ye. Qirkirina jinan xwedî paşerojeke 5 hezar salî ye. Ji Tîamat heta roja îro, mêran ji bo desthilatdariyê şîdet li jinan kiriye û kuştin pêk aniye. Ji bo em dawî li vê bînin divê em têkoşîna xwe zindî bihêlin. Şîdet, tacîz û tecawiza li hember jinê îdeolojîke. Ji ber vê jî divê hem têkoşîna îdeolojîk û hem jî ya polîtîk hebe. Divê em li dijî şîdet û kuştinan refleksek civakî nîşan bidin. Em bang li hemû mêrên Amedê dikin ku bila bên li dijî vê şîdetê û kuştinan refleksa civakî nîşan bidin.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar