Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Mêrdîniyên li Îzmîrê: Ev hilbijartin ji bo kurdan û gelan hilbijartina sedsalê ye

Cîgirê Serokê Federasyona Mêrdîniyan a Îzmîrê Fûta Mîkaîloglû bal kişand ser hilbijartinên 14’ê Gulanê û got: “Ev pêvajo ji bo me gelek girîng e. Ev pêvajo tenê ne pêvajoya dayîna dengekî ye. Em xelkê Mêrdînê jî li ser navê aştiyê şîmaqekî li şerxwazan bixin.” 

Bi milyonan hilbijêr li benda hilbijartina serokkomariyê û hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê ne. Hejmara xelkê Mêrdînê ku di salên 1990’î de ji ber zextên dewletê koçî Îzmîrê kirine ji bo hemû partiyên siyasî girîngiyê nîşan dide. AKP’ê ber bi rêza dawî de namzet ji Mêrdînê nîşan da, CHP’ê kesek ji Mêrdînê qet nexistiye lîsteya xwe. Partiya Çepên Kesk jî li Îzmîrê Abdulmecît Yildirim, Aysel Onen Tûran, Mehmet Yildirim, Hediye Korkût û Îrfan Korkût ên ji Mêrdînê wek namzet nîşan da.

Li gorî daneyên Walîtiya Îzmîrê; li bajêr nêzî 700 hezar mêrdînî hene. Lê ji ber ku bi hezaran kes li Îzmîrê hatine dinyê, cihê ji dayikbûna wan Îzmîr hatiye nivîsandin û ne li ser nifûsa Mêrdînê ne. Li gorî daneyên Saziya Statîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ên 2022’yan; 175 hezar û 318 kes ku li ser nifûsa Mêrdînê li Îzmîrê dijîn.

Federasyona Mêrdîniyan a Îzmîrê (ÎMAF) hilbijartinan ji nêz ve dişopîne û hemû partî serdana vê saziyê dikin. 34 komele girêdayî ÎMAF’ê ne. Cîgirê Serokê Giştî yê ÎMAF’ê Fûat Mîkaîloglû têkîldarî hilbijartinên 14’ê Gulanê axivî û destnîşan kir ku ew ê wek federasyonê piştevaniya Partiya Çepên Kesk bikin.

‘Em bi hêvîne ev hilbijartin wê bibe çareserkirina pirsgirêka kurd’

Mîkaîloglû diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê her çiqas ji bo welat girîng û dîrokî be ji bo xelkê Mêrdînê jî ewqas girîng û dîrokî ye û got: “Ev hilbijartin ji bo kurdan û gelan hilbijartina sedsalê ye. Em dixwazin ku ev hilbijartin bibe hilbijartina bingeha ku gelê kurd azad bibe û hemû gel bi hev re bi xweşî bijîn. Em hêvî dikin ku wê ev hilbijartin bibe hilbijartina çareserkirina pirsgirêka kurd.”

‘Em perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin’

Mîkaîloglû anî ziman ku nêzî 700 hezar mêrdînî li Îzmîrê hene û wiha got: “Ji sedî 20’ê aboriya Îzmîrê ji aliyê mêrdîniyan ve tê birêvebirin. Di warê ekonomîk de mêrdînê li Îzmîrê xwedî rolek girîng in. Hem di warê karker û hem jî di warê karsazan de alîkariyek wan cidî heye. Bi piraniya xelkê me yê Mêrdînê piştî valakirin û şewitandina gundan koçî Îzmîrê kirine. Heke dikaribin ji sedî 20’ê aboriyê pêk bînin, nexwê wê çaxê Îzmîr a me ye. Li her cihê em lê dijîn yê me ye. Lê em dixwazin wek hemwelatiyên wekhev cih bigirin. Lewma em hemwelatibûna wekhev dixwazin. Lewma em dibêjin azadî û em perwerdehiya bi zimanê zikmakî dixwazin.”

‘AKP û CHP mêrdîniyan temsîl nake’ 

Mîkaîloglû destnîşan kir ku xelkê Mêrdînê bi qasî aboriya wan a li Îzmîrê di nav partiyên siyasî de nayên temsîlkirin û CHP û AKP’ê cih nedane xelkê Mêrdînê û lê ji bo guhertina pergalê ew ê piştevaniya namzetê serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû bikin.

‘Em ê rayên Partiya Çepên Kesk bikin du qatan’

Mîkaîloglû destnîşan kir ku xelkê Mêrdînê yên li Îzmîrê wê xwedî li Partiya Çepên Kesk derkeve û di hilbijartinên 14’ê Gulanê de piştevaniya partiyê bikin û wiha got: “Em ê rayên Partiya Çepên Kesk bikin du qatan. Xelkê Mêrdînê ku deng didin AKP’ê û CHP’ê jî wê dengên xwe bidin Abdulmecît Yildirim. Em ê wek xelkê Mêrdînê dengê xwe zêdetir bikin. Ez bi bawerim em ê bi ser bikevin.”

‘Em xelkê Mêrdînê şîmaqekî li şerxwazan bixin’ 

Mîkaîloglû bang li hemû welatiyên ji Mêrdînê ku li Îzmîrê dijîn kir û wiha got: “Ez bang li mexdûrên şer dikim, heke ku em dixwazin bi azadî li ser axa xwe bijîn, fersenda sedsalê ketiye destê me, em vê fersendê baş bikar bînin û ji bo em pêvajoyê veguherînin pêvajoya aştiyê, divê her kes hewl bide. Ev pêvajo ji bo me gelek girîng e. Ev pêvajo tenê ne pêvajoya dayîna dengekî ye. Em xelkê Mêrdînê jî li ser navê aştiyê şîmaqekî li şerxwazan bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar