Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Mêrga gundiyan pêşkeşî Eksîm Holdîngê tê kirin

Derket holê ku Eksîm Holdîng a girêdayî DEDAŞ’ê plan dike ku li mêrga di navbera gundên Cevzat û Gundik Heydo yên navçeya Artukluyê de GES’an çêbike.

Tê payîn ku li mêrga di navbera gundên Cevzat û Gundik Heydo yên girêdayî navçeya Artuklu ya Mêrdînê de ku qada hevpar a gundiyan e, Santralê Enerjiya Rojê bê çêkirin. Eksîm Holdîng a girêdayî Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo avakirina santralê serlêdan kiriye. Tê payîn ku santral li ser qadeke bi qasî 40 hektaran were çêkirin. Di qeydên Tapu Kadastroyê de ev qada navborî weke mêrg û erdê çandiniyê derbas dibe. Her wiha beşeke qadê jî di qeydan de weke “Qada Xwezayî û Bidar a ku Divê Were Parastin” derbas dibe.

Eksîm Holdîngê ji bo çêkirina santralê dosyaya xwe pêşkeşî Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewayê (ÇED) ya girêdayî Walîtiya Mêrdînê kir. Di dosyayê de ji bo mêrga behsa xeberê tê gotin ku dê erdên çandiniyê û karektera wê were parastin. Hat diyarkirin ku dê bi demê re li derdora qada ku dê santral lê were çêkirin 2 projeyên cuda bên amadekirin. Hat destnîşankirin ku dema çêkirin û bikaranîna her 3 santralan dê bi awayeke koordîneyî pêş bikeve.

Haya gundiyan jê nîne

Pêvajoya ÇED’ê ya projeya behsa xeberê hêj didome. Midûriyeta Hawirdor, Bajarvanî û Avhewa ya Bajar di qeydên xwe de diyar kir ku têkildarî mijarê di 4’ê çileyê de bi gel re civîn li dar xistine. Lê belê keyayê gund Umran Kakiz got ku tu civîn nehatine lidarxistin. Keyayê gund da zanîn ku haya wan ji projeyê nîne û bêyî agahiya wan mimkin nîne li mêrgê tiştek were çêkirin. Kakiz, diyar kir ku dê mijara behsa xeberê vekolin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar