Girtiyê bi navê Merge Polat ku ji 5’ê çileyê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye bi rêya malbata xwe peyam şand û wiha got: “Em berxwedanê mezin bikin. Ji ber ku dê dawî bi heybet be. Bi biryardariya hemû hevalên xwe em dibêjin, an serkeftin an serkeftin.”
Girtiya bi navê Merge Polat a ji 5’ê çile ve li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Qeyseriyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, di hevdîtina telefonê ya heftane de bi malbata xwe re axivî û peyam şand. Polat di hevdîtinê de got moralê wan baş e û bang li hemû kesan kir ku berxwedanê mezin bikin. Polat dûre strana ‘Nepenî bûn’ a aîdê Koma Kizilirmak a Îlkay Akkaya distirîne, got.
Polat piştî stranê, ev peyam da: “Em berxwedanê mezin bikin. Ji ber ku dê dawî bi heybet be. Bi biryardariya hemû rêhevalên xwe, em dibêjin an serkeftin, an serkeftin.” QEYSERÎ