PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cuma - 22 Kasım 2024

Mertalên Zindî: Emê li Biradost çadir vedin

Komek ji ciwanên Başûrê Kurdistanê ku li dijî dagirkeriyê berê xwe dabûn Qendîlê, duh çûn herêma Biradost û li wir çalakiya mertalên zindî dan destpêkirin. Ciwanên li dijî dagirkeriya tirk xwe kirin mertal banga parastina xaka Başûrê Kurdistanê û tevahî Kurdistanê li gelê Kurd kirin.

Komelên Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê di 14’ê Hezîranê de li dijî dagirkeriya tirk berê xwe dabûn Qendîlê û çalakiya mertalên zindî dabûn destpêkirin. Piştî destpêkirina çalakiyên mertalên zindî ya li Qendîlê Bawermendên ji pêkhateyên ciyewaz ên Başûrê Kurdistanê û her wiha du komên cûda yên pêşmergeyên dêrîn serdana wan kiribûn û piştgiriya xwe ragihandibûn.

Komek ji mertalên zindî yên li Qendîlê duh berê xwe dan herêma  Biradost ku dewleta Tirk hewl dide herêmê bi tevahî dagir bike. Ciwanan li herêma Biradostê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Ciwanan di daxuyaniya xwe de alên Komelên Ciwanên Welatparêz, Jinên Ciwan ên Têkoşer û ya Herêma Kurdistanê rakirin.

Koma mertalên zindî ku li Biradostê çalakiya xwe didomînin diyar kirin ku wan çalakiya mertalên zindî bi dirûşma, “Na bo dagirkerî, na bo destwerdana li Kerkûkê, bijî berxwedan” dane destpêkirin û wê li herêmê çadir vedin.

Di daxuyaniya ciwanan de têgotin ku wan pêwîst dîtiye çalakiya mertalên zindî berfireh bikin û li herêma Biradost jî bidin destpêkirin.

Ciwanên Mertalên Zindî bang li gelê Başûrê Kurdistanê û tevahiya gelê Kurd kirin ku axa xwe ji dagirkeran biparêzin û ji bo parastina axa xwe piştgirî bidin çalakiyên mertalên zindî.

Daxuyaniya mertalên zindî yên li herêma Biradost bi dirûşmên, “Li dijî dagirkerî serî hilde, “Ji bo azadiya xaka Başûrê Kurdistanê serîl hilde”, “Ji bo azadiya xaka Kurdistanê serî hilde” bi dawî bû.

Çalakiya Mertalên Zindî ya li Binarê Qendîlê ku di 14’ê Hezîranê de destpêkiribû,  ji aliyê komek ciwanên din yên Başûrê Kurdistanê ve dewam dike û serdanên piştgiriyê yên ji bo mertalên zindî ji beşên cûda yên civakê didomin. Çalakiya li Qendîlê 12 roj li pey xwe hiştiye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar