Dora ‘Meşa li dijî dagirkeriyê’ ye

Îro li başûrê Kurdistanê şerekî dijwar heye. Artêşa tirk kêlî bi kêlî başûr dagir dike. Baragehên xwe li herêmê ava dike. Kalekol û quleqolên...

Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Perşembe - 18 Temmuz 2024

Mertalên Zindî li ber agirê geş stranên netewî dibêjin

Ciwanên başûrê Kurdistanê ji 14’ê hezîranê ve li dijî komkujî û dagirkeriya tirk a li ser başûrê Kurdistanê bedena xwe kirine mertal. Ciwan berbi saetên êvarê bi gogê dilîzin û şevane agir pêdixin, li ber agir jî stranên netewî dibêjin

Ciwanên başûrê Kurdistanê ji bo êrîşên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê rawestînin û pêşî li pêşveçûna dagirkeriya tirk a li herêma Biradost bigirin ji 14’ê hezîranê ve li du deverên cûda çalakiya mertalên zindî dane destpêkirin. Çalakiya mertalên zindî ku destpêkê 14’ê hezîrana 2019’an li Qendîlê destpêkiribû dewam dike û ji bo berfireh jî bibe 24’ê hezîranê beşek ji mertalên zindî berê xwe dan herêma Biradost a timî dibin êrîşên Tirkiyê de. Çalakiya Qendîlê ku niha jî bi serdanên piştgiriyê didome ket roja 37’an û ya Biradost jî ket roja 27’an.

Rojane welatiyên herêmê û koçerên li herêma Biradostê serdana mertalên zindî dikin û kêfxweşiya xwe ji çalakiya wan re tînin ziman ku ew ji bo parastina gel li herêmê bedana xwe kirine mertal. Ji ber vê çendê jî gelê herêmê çalakiya mertalên zindî germ pêşwazî dikin.

Roj ku bi serdanan derbas dibe, berbi saetên ku roj diçe ava jî mertalên zindî û ciwanên herêmê bi gogê dilîzin û bi tarîketinê re jî agir pêdixin û li dora agir dicivin.

Ciwan, bi vexwarina çayê roja xwe dinirxînin, çîrok û bîranan dibêjin û gelek caran jî sohbeta wan bi gotina stranan bi dawîd dibe. Mertalên zindî stranên netewî û stranên li ser qehremanî û lehengiya gerîla û pêşmergeyên Kurdistanê dibêjin û tevî êrîşên dijwar û metirsiyan jî demeke xweş bi hev re derbas dikin. BIRADOST

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar