Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Mertalên Zindî yên xwestin biçin Qendîlê hatin astengkirin

Ciwanên ku dixwestin biçin herêma Qendîlê û dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk çalakiya ‘Mertalên Zindî’ bidin destpêkirin, hatin astengkirin

Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk dê îro li Qendîlê çalakiya ‘Mertalên Zindî’ bidan destpêkirin.

Ji bo vê yekê komên ciwanan ji serê sibehê ve berê xwe dan Qendîlê. Her wiha gelek welatî jî bi armanca destekdayînê derketin rê. Lê li seytereya dawî ya li bajaroka Sengeser hatin astengkirin. Tevî hemû hewldanan jî, rêya ciwanan nehat vekirin.

Li ser astengkirinê ciwanan xwestin ku bi meşê biçin Qendîlê lê hêzên asayîşê mudaxele kirin û nehiştin biçin.

Di dema mudaxeleyê de ciwanek bi sivikî birîndar bû. Her wiha rojnamegerên ku dixwestin bûyeran bişopînin jî, hatin astengkirin û derbkirin.

Komek endamên Şandeya Aştiyê ku ji Ewropayê hatibû û li Başûr hevdîtinan dike jî, xwest piştgiriyê bide çalakiyê lê destûra derbasbûna wan jî nehat dayîn.

Li ser astengkirinê, girse li seytereyê kom bû û çav li rê ye ku di kêliyên pêş de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. RANYA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar