Xwedî li xwebûna xwe derkeve

Geşedanên li Rojhilata Navîn diqewimin hemû welatên li herêmê ji nêz ve eleqedar dike. Hemû welat dixwazin beyî ku ji vî şerî zêde bandor...

Dewleta tirk ji kurdan çi dixwaze?

Ev serê hefteyekê ye ku gotinên ew ê di navbera kurdan û dewleta tirk de pêvajoyekî nû dest pê bike û dibe ku ew...

Çarşamba - 16 Ekim 2024

Meryem: Divê NY deriyê sînor li penaberan veke

Hevseroka Desteya Kar û Barên Xebitandinê û Kedkaran a Rêveberiya Xweser Meryem Îbrahîm diyar kir ku deriyên mirovî yên herêmê tev da girtî ne û wiha got: “Ji bo ku tevahî zehmetiyan, divê NY’ê bi taybetî deriyê Til Koçerê veke.”

Piştî ku Îraîlê êrîşî Lubnanê kir, bi milyonan kes cih û warê xwe terk kirin. Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi destpêka şer e ragihand ku ew amade ye kesên ji Lubnanê derdikevin, pêşwazî bike û rêwîtiya wan ber bi herêmê ve hêsantir bike. Rêveberiya Xweser ji bo ku navendan ji kesên vedigerin herêmê re peyda bike, maseya krîzê ava kir. Li gorî daneya herî dawîn a maseya krîzê heta niha nêzî 20 hezar kes ji Lubnanê hatine herêmê. Rêveberiya Xweser bi rêya wergirtina agahiyan ji kesên vedigirin, hewl dide li gorî derfetên xwe bi rêya Desteya Kar û Barên Civakî û Kedkaran desteka pêwîst ji wan re pêşkêş bike.

Der barê mijarê de hevseroka Desteya Kar û Barên Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser Meryem Îbrahîm ji ajansa me re axivî û got: “Komîteyên desteyê, li tevahî kantonan kesên vedigerin pêşwazî dikin û li kampan bi cih dikin. Rêveberiya Xweser pêdiviyên wan ji xwarinê bigire heta sotemeniyê û dermankirinê peyda dike. Komîn jî hewl didin malbatên vedigerin herêmê bijmêre ji bo ku pêdiviyên wan peyda bikin.”

Meryem diyar kir ku Rêveberiya Xweser tevî derfetên wê yên sînordar û dorpêçê, lê bi xwe însiyatîfan radigihîne û koçberan pêşwazî dike. Meryem ev li gotinên xwe zêde kir: “Rêveberiya Xweser bi derfetên xwe yên kêm, barên kesên vedigerin tehemul dike. Em bi qasî dikarin pêdiviyên wan peyda dikin.”

Meryem di heman demê de rêxistinên navneteweyî rexne kir ji ber ku ti desteke cidî ji penaberan re pêşkêş nake û” wiha bi dawî kir: “Deriyên mirovî yên herêmê tev da girtî ne bi taybet deriyê Til Koçerê. Ji bo herêmê ev derî pişika herêmê ku pê nefese distîne. Divê NY`yê vê deriyê veke ji bo ku tevahî zehmetiyan derbas bikin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar