Sala 2024’an ji bo gelê Kurd hem li Kurdistanê û hem jî li cîhanê bi sala meşa Azadiyê. Kurd û Kurdistaniyan di Sibat û Mijdara 2024’an de li Ewropayê meşên girseyî pêk anîn û li Kolnê mîtîngên heybet li dar xistin. Kurd, Kurdistanî û dostên Kurdan li hemû welatên Ewropayê bi meş û mîtîngên xwe nîşan dan ku hene û xwedî hêz in. Nîşan dan ku xwedî rêxistin û Serok in. Li aliyê din di heman wextê de li Kurdistanê jî meşên dirêj û girseyî pêk hatin. Kurdan û dostên Kurdan di sibatê de ji milê Serhed û Botanê dest bi meşê kirin û berê xwe dan Rihayê. Berê xwe dan Gundê Amara ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye. Kurdan biryar, rêxistin û hêza xwe ya civakî nîşan dan. Girêdana xwe ya bi Rêber Abdullah Ocalan re nîşan dan.
Kurdan û dostên kurdan di 30’ê Hezîranê de ji Stenbolê meşiyan Wanê û di 3’yê Tîrmehê de jî, ji Wanê meşiyan Colemêrgê. Li dijî qeyûm meşiyan. Ji ber ku desthilatan qeyûm tayînî vîna gel kir, gel jî li dijî înkara vînê meşiya.
Niha Kurd dîsa dimeşin. Li aliyekî dimeşin ser sînorê Nisêbinê, li aliyê din dimeşin Enqereyê. Meş û nobeta li ser sînorê Nisêbîn û Qamişlo ku di 13’ê Kanûnê de li dijî êrîşên li ser Rojava pêk tên, dest pê kir, hefteyek e didome. Her roj ji bajarekî berê xwe didin ser sînorê Nisêbînê û piştgiriya xwe ya bi gelê Rojava re tînin ziman. Ji Şirnex, Êlih, Sêrt, Amed, Mêrdîn û gelek bajarên din bi hezaran mirov çûn ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo û dijberiya xwe ya şer û dijberiya tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan anîn ziman.
Dîsa pêşeng û nûnerên kurdan dest bi Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê kirine. Nûner û rêveberên Kurdan ji bo balê bikişînin ser êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd ji Amedê berê xwe dane Enqereyê. Kurd li aliyekî dimeşin, li aliyê din bi saziyî, rêxistin û partiyan re hevdîtinan dikin. Li aliyekî dimeşin û li aliyê din bi gel re civînan çêdikin. Li ser armanca meşa xwe gel agahdar dikin.
Kurd çima dimeşin. Ji ber ku tecrîd didome. Kurd çima dimeşin, ji ber dîsa qeyûm tayînî vîna gelê Kurd dikin û naxwazin Kurd xwe û bajarên xwe bi rêve bibin. Kurd çima dimeşin. Ji ber ku li aliyekî destê xwe dirêjî Kurdan dikin, li aliyê din bi balafirên şer li ser serê Kurdan bombeyan dibarînin. Kurd çima dimeşin, ji ber ku her roj bi operasyonên qirkrina siyasî nûner, rêveber û ciwanên Kurd tên binçavkirin û girtin.
Kurd çima dimeşin? Ji ber ku li ser kurdan di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de tecrîdek heye. Ziman, çand, nasname, çalakî û şûnwarên wan tên qedexe kirin. Rêveberî li wan tê qedexekirin. Siyaset li wan tê qedexekirin. Vîna wan tê tecrîdkirin. Axa wan tê tecrîdkirin. Zozanên wan û çiyayên wan tên tecrîdkirin.
Çima Kurd dimeşin. Ji ber ku parastin li Kurdan tê qedexe kirin. Hêzên serdest dixwazin Kurd xwe neparêzin. Hêzên parastina Kurdan ji bo xwe xetere dibînin. Ji ber vê yekê kuştina hêzên parastina gelê Kurd rewa dibînin. Li dijî hêzên parastina Kurdan her tim operasyonan pêk tînin. Hem bi balafirên şer û hem jî bi tang û topan êrîş dikin.
Siyaseta Kurdan ji bo xwe talûke dibînin. Ji ber Kurd siyaseta azad dikin û gel ronî dikin, her roj nûnerên Kurdan binçav dikin û digirin.
Ronîkirinê qedexe dikin. Rojnamegerên ku ser rastiyan ronî dikin û sûcên wan ronî dikin û teşîr dikin, bi binçavkirin, girtin û darizandinê wan asteng dikin. An jî bi balafirên şer li Silêmaniyê be jî êrîş dikin û qetil dikin.
Tifaqa gelan qedexe dikin. Wekî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Tirkmen di bin baneyê meclisekê de Peymana Civakî îmze dikin û bi hevre bi zimanê xwe çanda xwe û baweriya xwe azad dijîn; vê yekê ji bo xwe talûke dibînin. Kurdên azad ji bo xwe talûke dibînin. Ji ber vê yekê an dixwazin Kurd her dem kole bin û dengê xwe nekin, an jî dixwazin di tecrîdê de bin.
Yan hemû çavkaniyên jiyana biyolojîk, civakî û bîrdozî ji ser wan qut dikin û bi xwe ve girêdidin, yan jî Kurdan ji cih û warên wan bi zorê koçber dikin û diwazin her tim di kampan de bê cih û war bin. Ji ber vê yekê her tim li dijî kurdan şerekî dimeşînin. Kurd jî ji bo vê jiyana koletî û tecrîdê qebûl nakin her dimeşin. Ji bo Kurdan meş hebûn û azadî ye.
Kurd çiqas meşa xwe mezin û dirêj bikin dê ew qas bêtir azad bibin. Kurd eger bi 100 kesan derketin rê û bi hezaran bigihêjin Enqereyê wê bêtir azad bibin. Kurd eger bawerî û nasnameyên din jî tev li vê meşê bikin û meşa xwe girseyî bikin dê bêtir Textê Enqereyê biheşînin.
Kurd bi girseya xwe û tevlêbûna gelên din wekî Kolnê dê Enqereyê jî bihejînin. Eger Kurd piştî meşa Enqereyê ji Kurdistan, Stenbol û Îzmirê berê xwe bidin Bûrsayê, dê tecrîda li Îmraliyê bişkînin dê vê carê azadiyê misoger bikin. Ku Kurd tecrîdê bişkînin dê şerê li ser axa Kurdistanê jî bişkînin.