Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Meşa Colemêrg û Edîrneyê ya HDP’ê

Hefteya borî HDP’ê ji Colemêrg û Edîrneyê dest bi mêşê kir. Tevî hemû astengiyên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê meş bi piştgiriya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi biryardarî berdewam kir.

Biryara vê meşa HDP’ê, di heman demê de wê wek berxwedana gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ya li dijî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê, li dîrokê bê nivîsîn û divê herkes vê wisa bizanibe. Ev meş li hemberî polîtîka û êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê yên dixwazên pê civakeke bêrêxistin û famkor ava bikin hat destpêkirin. Divê tevahiya hêzên demokrasiyê, kesên azadîxwaz û mafên mirovan ên bingehîn diparêzin beşdarî vê meşê bibin; ev peywir û berpirsiyariya wan a dîrokî ye.

Di van mercan de bersiva civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ya li hemberî faşîzma AKP-MHP’ê girêdayî vê helwestê ye. Lewra HDP bi vê meşê ne wek partiyek, wek yekane dengê civakên Kurdistan û Tirkiyeyê yê li kolan û meydanan li dijî faşîzma AKP-MHP’ê tevdigere. Ji ber vê ye ku tevlibûna nav meşa HDP’ê, di heman demê de bihêzkirina dengê xwe ye jî. Di bingeha xwe de faşîzma AKP-MHP’ê bi astengkirina meşa HDP’ê dixwaze dengê gel dernekeve.

Faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze bêhna civakên Kurdistan û Tirkiyê biçikîne û wan bifetisîne. Wek çawa li DYA’yê polîsên Trump bi çoka xwe George Floyd fetisandin, ew jî dixwaze wisa bike ku civakên Kurdistan û Tirkiyê bê nefes bimînin da ku nikaribin bijîn. Têkoşîna parêzvanên demokrasî û azadiyê ya xwedîderketina li George Floyd ya li Amerîkayê dest pê kir û piştre jî di serî de li Ewropayê li tevahiya dinyayê belav bû û meşa HDP’ê ya bû dengê civakên Kurdistan û Tirkiyê yên bênefes hatine hiştin hevdu xurt û temam dikin.

Ji ber vê divê neyê gotin ku ev meşa HDP’ê ya ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê kir, bi gihîştîna Enqereyê wê bi dawî bibe. Di bingeha xwe de ev meş bi gihîştina Enqereyê wê dest pê bike. Jixwe HDP’ê ev bi daxuyaniya xwe ya “Belgeya Helwestê ya Demokrasiyê”aşkera kir.

Helwesta herî rast a li dijî faşîzma AKP-MHP’ê jî ev e. Lewra faşîzma AKP-MHP’ê dixwaze tevahiya civakê li ber wê serê xwe bitewîne û bi aşkerayî ew vê bixwe tînin ziman. Li meclisê bi awayekî aşkera di dengdana ji bo betalkirina parlementeriya Leyla Guven, Mûsa Farisogullari û Enis Berberoglu ev bi slogana xwe jî nîşan dan. Li meclisê rasterast gotin “li qîma kê nayê bila here”. Ji ber vê ye ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya li ser vê axê ji bilî xwe naxwaze kes bijî, ji berxwedanê pê ve rêyeke din nemaye. Bi dehsalan e, gelê Kurdistanê li dijî êrîş û polîtîkayên qirker û mêtinger têdikoşe.

Di nav rastiyeke wiha de, gel lî vîna xwe ya serkefinta 7’ê hezîran 2015’an xwedî derket û ji bo vê bedêlên mezin dan. Li navendên mîna Sûr, Cizîr, Şirnex, Nisêbîn, Silopiya, Gewer, Varto, Farqîn, Licê, Bazîd û hwd. li ber xwe daye û bedêlên gelek mezin daye. Bi sedan şehîd dane. Malên wan hatin xirakirin, şewitandin û bombekirin. Ev hê jî berdewam e.

Di rewşa heyî de, li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ya her diçe êrîşên xwe yên faşîst û mêtinger berfireh dike, li ber civakên Kurdistan û Tirkiyeyê ji xeynî têkoşîn û berxwedanê, rêyeke din tune ye. Lê belê ev meşa HDP’ê daye destpêkirin, ne wek piştî 7’ê hezîrana 2015’an ne jî. Hin taybetmendiyên vê meşê yên cuda hene. Berbelavtir e. Ev tê wateya ku civakên Kurdistan û Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê li dijî faşîzmna AKP-MHP’ê dibin yek deng û hêzeke hevpar; di heman demê de jî parastina destkfetiyên demokrasî, azadiyê ye yên bi têkoşînê hatine bidestxistin.

HDP’ê bi vê meşa ji Colemêrg û Edîrneyê da destpêkirin got ku ew jî di vê têkoşîn û berxwedanê de heye û wê rol û rista xwe pêk bîne. Divê civakên Kurdistan û Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê vê rastiyê bibînin. Ji xeynî vê rêyeke din tune ye. Yekane rê û çareserî, tevgerîna bi hişmendî û baweriya bi hevkariya hêzan a bi nêzîkatiyeke yekpare û berfireh e. Divê ji faşîzma Hîtler a li Almanyayê ders bên derxistin û ne li bendê bin “dor were ser wan”. Bêyî dûr biçin divê li dîroka xwe binêrin. Bi fenkî û zordariya (lê qels) xwe nehiştin gelên ermen, kurd û tirk bi hev re li ber xwe bidin! Divê ji vê ders bên derxistin da ku heman şaşî neyên kirin.

Nûçeyên Têkildar