Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Meşa Demokrasiyê: Dem dema serkeftinê ye

Baskê Colemêrgê yê ‘Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê’ dest pê kir. Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz, hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Sedat Şenoglu, hevseroka SYKP’ê Canan Yuce, alîkarê hevserokên ESP’ê Beycan Taşkiran, endamên Meclisa Rêveberiya Navendî û Meclisa Partiyê ya HDP’ê, parlamenter û endamên partiyê danê sibehê li ber avahiya partiyê li hev kom bûn.

Parlamenter û endamên partiyê yên li avahiya HDP’ê bi dirûşmên ‘Bijî berxwedana HDP’ê’, ‘Piştevaniya li dijî faşîzmê’, ‘Darbekar AKP’ pêşwazî li Sancar û heyeta pê re kirin. Kolana ku avahiya partiyê lê ye ji serê sibehê ve ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Polîsên ku bend danîn ser kolanên berê wan li avahiya partiyê ye, her wiha gelek wesayîtên zirxî li gelek deverên navenda bajêr bi cih kirin. Her wiha sekvan li ser avahiyên bilind bi cih kirin. Tevî vê yekê jî meşê bi daxuyaniyekê dest pê kir.

‘Meşa me meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê ye’

Beriya destpêkirina meşê, Mîthat Sancar li pêşiya avahiya partiyê daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî dorpêça polîsan da. Sancar diyar kir ku nahêlin ku ew li hev jî kom bibin û wiha dom kir: “Lê belê em ji dil bi hev ve girêdayî ne. Kes nikare yekitiya me têk bibe. Em ê ji dil li kolanan bi hev re bin. Dilên me yek e, kes nikare bikeve navbera wan û gel. Meşa me meşa demokrasiyê ye li dijî darbeyê ye. Darbekarî desteserkirina îradeya gel e. Zilm û zordariya li gel e. Darbe tenê bi tank û topan nabe. Darbe bi destê dadgeriyê jî bi bikaranîna derfetên desthilatdariyê jî tê kirin. Karê destpêkê yê her darbekarî desteserkirina îradeya gel e.”

Darbeya siyasî

Sancar darbeyên 12’ê Îlonê û 27’ê gulanê bi bîr xist û wiha domand: “Ev desthilatdarî heman rêbazan bi kar tîne. Dadgeriyê bi kar tîne, derfetên desthilatariyê bi kar tîne. Navê vê jî darbeya siyasî ye. Ya ku darbekar herî zêde jê ditirse azadî ye. Destpêkê îradeya gel desteser dikin, piştre jî azadiyan ji holê radikin. Mafê me yê meşê di Destûra Bingehîn de heye. Tenduristiya gelê me ji bo me gelekî hêja ye. Em ji desthilatdariyê bêhtir li tenduristiyê difikirin. Eger bi rastî jî pirsgirêka pandemiyê ya desthilatdariyê hebûya, beriya her tiştî wê li guhertin û sererastkirina ji bo parastina tenduristiya gel bifikiriya. Niha dema ku em dixwazin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin pandemiyê dikin bahane.”

‘Polîtîkaya qeyûm darbeya herî mezin e’

Bi domdarî jî Sancar got ku ger destûr nayê dayin ku mafê Destûra Bingehînî bê bicihanîn, hingî ev darbekarî ye û wiha pê de çû: “Nenaskirina hiqûqê ye, nenaskirina Destûra Bingehîn darbekarî ye. HDP’ê di her şert û mercî de berê xwe da siyaseta demokratîk. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a bi azadî û demokrasiyê, ji bo azadiya welêt em li vir in. Ji bo vê em siyasetê dikin, lê belê desthilatdarî dixwaze vê siyasetê bifetisîne. Her feraseta ku dixwaze siyasetê bifetisîne darbekar e. Ev meşa me meşa demokrasiyê ye. Şertê jêneveger ê demokrasiyê jî xwedîderketina li îradeya gel e. Polîtîkaya qeyûm darbeya herî mezin e. Gelê Colemêrgê bi rêjeya 65 ji sedî şaredarên xwe hilbijart. Desteserkirina şaredariyê, bicihkirina karmendê xwe, tunehesibandina îradeya gel e. Em ji bo vê îradeyê biparêzin li vir in.”

‘Niha dema serkeftinê ye’

Mîthat Sancar herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Banga min li gelan e; li her kesên xwedî wijdan, alîgirê edaletê, dilxwazên jiyaneke aştiyane û mirovên çê yên vî welatî ye; em vê rêveçûnê bi hev re rawestînin. Hêza me heye, tenê em bi xwe piştrast bin, ew bes e. Rêveberiyeke bi vî rengî li ser vî welatî neheq e. Sîstemeke bi vî rengî li ser mirovên vî welatî neheq e. Ev xak daxwaza azadiyê dike. Ev meş ji bo wê ye, lewma em dest pê dikin. Rêya vê yekê zû yan jî dereng wê azadî, edalet, demokrasî û aştî be. Heta ku gelê me bi me re be, serê me wê netewe, çoka me wê negihêje erdê. Heta niha zext û zilm gelekî li vê partiyê û hevalên me hate kirin. Lê belê em li ser piyan man. Niha jî dema serkeftinê ye. Dema avakirina aştî, edalet û azadiyê li vî welatî ye. Em bi biryar in ku bi gelên Tirkiyeyê, bi mirovên xwedî wijdan vê yekê ava bikin. Ji bo vê çi ji destê me bê em ê bikin.”

Piştî meşê Sancar û heyeta pê re ji bo dest bi meşê bikin ber bi wesayîtan ve çûn. Lê belê polîsên ku bend danîn li pêşiya wan bûn asteng. COLEMÊRG

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar