Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....
Pazar - 29 Eylül 2024

Kurd, kurdî û Kurdistan

Li Tirkiyeyê êrîşên li ser zimanê kurdî hene. Dewleta tirk bi awayekî aşkere dijminatiyê li zimanê kurdî dike û xwe lê ranagire. Ji ber...

Ku tu kurd bî bi kurdî biaxive

Ziman mafê herî rewa, xwezayî û mirovî yê hemû mirovan e. Her netew û millet bi zimanê xwe heye. Bi zimanê xwe dikare bijî....

Meşa Demokrasiyê heta desteserkirin bi dawî bibe wê bidome

Partiyên siyasî û saziyên civakî li dijî desteserkirina vîna dest bi Meşa Demokrasiyê kirin. Di civînên gel de hat gotin ev meş wê heta destserkerin bi dawî bi wê bidome.

Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên sivîl li dijî desteserkirina vîna gel dest bi meşa 3 rojan kirin. Roja yekem a meşê ji Şemzînanê destpê kir û li Geverê bi dawî bû. Di meşê de pêşmalkên “Em ê rê nedin qeyûman” hatibûn nivîsandin li xwe kirin û gund bi gund geriyan.

Meş danê sibehê ji Şemzînanê destpê kir û berê bi gundê Şapatanê ve dest bi meşê kirin. Meşvan bi dirûşmeyan ketin nava gund û demekê bi gelê ku ew pêşwazî kirin re sohbet kirin.

Li ser navê meşvanan parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren axivî û got, “Me îro li dijî desteserkirina vînê dest bi meşa demokrasiyê kir. Gelê me jî xwedî li vîna xwe derdikeve û destekeke mezin dide. Em hemû gelên xwe vedixwînin mîtînga ku em ê di 13’ê Hezîranê de bê lidarxistin.”

Li aliyê din gel diyar kir ku ew ê li dijî desteserkirina vîna wan li ber xwe bidin û ew ê li cem gelê Colemêrgê bin.

Gel vexwendin mîtînga 13’ê hezîranê

Piştre jî meşvanan bi berzkirina dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Şaredarî yên me ne,” qeyûm biciheme” berz kirin û ji Kaniya Qeymeqamtiyê heta derbenda Harûna û ji wir jî heta gundê Bîrahorê meşiyan. Meşvanan gel vexwend mîtînga li vir û piştre ber bi gundê Sipîndarokê ve bi rê ketin. Meşvan bi çoşeke mezin hatin pêşwazîkirin û li vir xwarin û vexwarin dane meşvanan. Meşvanan li vir demekê bi gel re sohbet kirin û li gundê Çemê Mîra û navçeya Şemzînanê civîna xwe bi dawî kirin.

Piştre jî bi konvoyek qelebalix derbasî gundê Serdeşt a Geverê bûn. Li vir jî meşvanan der barê mîtîngê de agahî dan kesên ku ew pêşwazî kirin. Gundiyan bertekên xwe yên li dijî desteserkirina vînê anîn ziman û diyar kirin ku ew ê teslîmî polîtîkayên qeyûman nebin û ji hemû kesên xwedî wijdan xwestin ku beşdarî mîtîngê bibin.

Meşvan li gundê Pagê bûn mêvanên dawetekê. Gel bi dirûşmeyan ew pêşwazî kirin bi hev re govend gerandin.

Parlamentera DEM Partiyê Oznûr Bartin li vir axivî û got, “Di 13’ê Hezîranê de li dijî vîna gelê Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin. Weke kesên ku vê zilmê qebûl nakin em ber bi Colemêrgê ve dimeşin. Ev meş wê bi gelê me re bidome. Heta ku desteserkirina vîna gelê me bi dawî nebe, ev meş wê nesekine.” Piştî axaftinan sirûda Bengî Agirî ya bi navê “Haydê Kurdo marş marş, haydê serhildan” ji bo meşvanan hat lêxistin.

Dewlet vîna kurdan nas nake

Di dawiyê de meşvan derbasî gundê Darê bûn û li vir civînek gel li dar xistin. Parlamenterê DEM Partiyê Sarûhan Olûç li vir axivî û got, “Hikûmet dixwaze careke din qeyûman tayîn bike. Ew dixwazin, heta ku ew li ser desthilatdariyê bin, ne yên ku we hilbijartiye, kesên ku ew hildibijêrin,birêve bibin. Ew ne durust in. Li Kepezê jî heman tişt çêbû, lê meclisê li wir cîgirê serokê xwe hilbijart. Li vir wisa nakin. Dewlet weke ‘Tişta ku kurdan hilbijart ez qebûl nakim’ dibîne. Ev têkoşîn têkoşîna parastina vîn, azadî û demokrasiyê ye. Ji ber vê sedemê ez hemû gelê me vedixwînim mîtînga ku em ê di 13’ê Hezîranê de li dijî desteserkirina vîna me pêk bînin, dikim.”
Roja yekem a “Meşa Demokrasiyê” bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.

Bernameya meşê ya sibê wiha ye:

Meşa Demokrasiyê dê sibe bi daxuyanî û meşa ku saet di 11:00 de li navçeya Geverê bê lidarxistin berdewam bike. Meşvan wê biçin gundên Geverê û piştre derbasî navçeya Çelê bibin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar