Bi armanca şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Kurdistanî û dostên wan 3 roj berê ji bajarokê Langenhagen a Hannoverê dest bi meşa dirêj kiribûn. Mîna du rojên derbasbûyî roja dawî ya meşê jî saet di 11.00’an de dest pê kir.
Çalakger ji pêşiya gar a trenê ya Hannoverê bi rê ketin û piştî ku meşa xwe bi dawî kirin dê dosyayekê li ser çalakiyê pêşkêşî parlamentoyê bikin. Ji komîteya amadekar Altûn Bîschof di destpêka meşa roja dawî de axivî û pîvanên meşê xwend.
Gelek caran polîsan dest li meşvanan werdan. Di meşê de pankarta bi nivîsa ‘Ji ber rewşa tenduristiyê ya dramatîk a Abdullah Ocalan divê tecrîd tavilê bê rakirin’ hatibû hildan. Di roja duyemîn de polîsan dest danîn ser pankartê. Di pankartê de bi taybetî xala 3’yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hate bibîrxistin ku îşkenceyê qedexe dike.
Meş dê li ber avahiya parlamentoyê bi mîtîngekê bi dawî bibe. HANNOVER