Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Meşa Gemlikê meşa rûmetê ye

Ji bo çi Gemlîk? Ji ber ku Gemlik nêzê Îmraliyê ye. Bo çi Îmarli? Ji ber ku hêvî, bendewarî, bîr û baweriya  gelê kurd Rêber Apo li Îmraliyê . Dizanin ku hemû rêyên azadî, wekhevî, adalet, xweşî, delalî,  aramî bi nêzbûna, Îmralî de derbas dibe. Ev yek wek tav û heyv rastiyek e. Ji ber vê yekê jî gelê kurd û dostên wî, di asta dawî de dimeşe Gemlikê. Nêzbûn dahî hêviyek bendewariyek  dide  afirîn. Dizanin ku mirovên azad ji axek azad pîroztir e.

Yekem car Meşa Gemlîkê di sala 2003’yan de hat lidarxistin. Bi sed hezaran kes ketin ser rêya Gemlîkê.  Eger astengî tûnebûna wê bi milyonan kes bimeşiyana. Meşa duyemîn di sala 2005’an de hat lidarxistin. Lê meş rastê êrîşên komên faşîst hat. Di van êrîşan de bi sedan kes birîndar bûn. Lê hemû êrîş û zext jî ji meşê re nebûn asteng. Meşa duyemîn bi xwe re rûhêk ava kir û pêşiya pêvajoyek nû vekir. Meşa sêyemîn di 2011’an de, meşa çaremîn di sala 2015’an de meşa pêncemîn di sala 2016’an de hat li darxistin. Heri dawî jî 12 hezîran 2022’yan de meşa dawî çêbû . Meşa dawî jî bilî hemû astengiyan hemû zilm zordariyan bi aweyekî bibiryar hat li darxistin.

A niha carek din biryara Meşa Gemlikê hat dayîn. Wê di 6 mehê de ji Gever û Qoserê dest pê bike û 15’ê Sibat roja komploya navnetewî li Gemlik bidawî bibe. Bernameyek têr û tijî ye. Lê divê naverok were tijîkirin. Ev yek ji bi tevlibûna bi sedhezaran dibe.

Ev meş, di nav meşên heta niha hatine li darxistin  meşa herî watedar û girîng e. Bo çi?  Ji ber ku 24’emin salvegera komploya navdewletide tê li darxistin. Bêguman komplo ev 24 sal e bi têkoşînek bêhempa hatiye vala derxistin . Lê ji ber ku komploger bêîman bêwîjdan û bê rû ne, bi rêbazên cur be cur vê komployê li ser Rêber Apo û têkoşîna azadiya gelê kurd dimeşînîn. Komplo bi tecrîdek pir giran ku li derveyê mirovahiyê ye tê meşandin. Komplo bûye tecrîd, tecrîd bûye komplo . Divê ev tecrîd were şikandin. Berdêla wî çibe bila bibe divê were şikandin. Ev heft sale ev pêvajo tê meşandin. Du salên dawî jî tu xeber ji Rebêr Apo nîne . Ev yek bi serê xwe mijara teqandinê ye. Êdî em digihijin Dawiya pêvajoya heft salî. Ev mehên pêşiya me pir girîng in. Îxtîmala hemû tiştî bibe heye. Ji ber vê yekê gelê kurd divê vê tecrît bişkêne. Ji hemû meşan bêhtir tevlibûna meşa Gemlîkê pêwîst e.

Dayîk, bav, xwuşk, bîra, dost, heval, malbat û cîran bila her kes tev li Meşa Gemlîkê bibe û bi xwe re yekî bibe. Tirs, xof, bêxemî, xemsarî, li cihê xwe rûniştin, reziltî, xizanî tu kesî xilas nake.  Berxwedan û çalakî  dê me ji vê rewşa kambax xilas bike. Ji ber vê yekê hemû kes divê bimeşe Gemlîkê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar