Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bênavber didome

Meşa Dirêj a ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Kurd Abdullah Ocalan li Parîsê hat destpêkirin, di roja xwe ya 8’an de li bajarê Mantes la Jolîe yê Fransayê didome. Çalakgeran derbarê rewşa Rêber Apo de niştecihên bajêr agahdar kirin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” de li Ewropayê Meşa Dirêj a 25 rojan hatiye destpêkirin di roja 8’emîn de li bajarê Mantes la Jolîe yê Fransayê didome.

Meş li ber komeleya gelê Kurd di navbera saet 12.00-16.30’an de destpê kir

Di tevahiya meşê de ji bo hişyarkirina gelê derdorê bi hezaran belavok hatin belavkirin, dosyayên der barê şert û mercên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji bo esnaf û saziyên Fransî yên li herêmê hatin pêşkêşkirin.

Rojnameya Courrîer de Mantes ku di nava saziyên serdanê de cih girt, hevgirtina xwe ya bi gelê Kurd re nîşan da û diyar kir ku ew ê 30’ê Çileyê roja Sêşemê li ser meşa dirêj, mîtînga Kolnê û tecrîdê nûçeyekê biweşînin.

Nûnerên meşa dirêj jî têkildarî şert û mercên tecrîda li ser Abdullah Ocalan dosyayek dan şaredariya bajêr.

Di tevahiya meşê de 25 çalakvanan bi coş stran gotin û gelek caran dirûşmên ji bo azadiya Abdullah Ocalan berz kirin.

Hevserokê CDK-F’yê Şahîn Polat li ber şaredariya bajêr axaftinek kir û ev tişt vegotin: “Birêz Ocalan bi fikra xwe ya Konfederalîzma Demokratîk yekane kesê ku dikare aştiyê bîne Rojhilata Navîn û bi taybetî Kurdistanê. Divê bê zanîn ku Erdoganê faşîst ê ku bi hezaran xwendekar, akademîsyen û rojnamevan avêtin zindanan, bi hezaran kes jî koçber kirin.

Daxwaza me ji hêzên navneteweyî ev e: Erdogan peymanên navneteweyî îmze kir, lê li dijî gerîlayên Kurd çekên kîmyewî bi kar anî, ji bo ku şert û mercên van peymanên ku îmze kirine pêk bîne, divê zextê li wî bê kirin.”

Qertên di seranserê meşê de hatin berhevkirin, ji Girava Îmraliyê re ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wir di bin tecrîdeke girankirî de ye, hatin şandin.

Piştî meşê li gorî saeta herêmî saet 18:00’an li Komeleya Civaka Mantes la Jolîeyê dê civîneke gel bê lidarxistin.

Meşa sibe wê li bajarê Les Mureaux ê li Rojavayê Parîsê bê lidarxistin. Her wiha roja Sêşemê saet di 18:00’an de li gorî saeta herêmî wê fîlman bên pêşandan.şaşa

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar