Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Meşa Kolnê

Di dawiya hefteyê de ango 17’ê Sibatê meşeke mezin û dîrokî li bajarê Kolnê yê Almanyayê pêk hat. Ji gelek welatên Ewropayê derdora sed hezar kes beşdarî vê meşê bû. Ev meşa li dijî komplo û tecrîdê bû û di heman demê de ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bû. Çend meh bûn amadekariya wê dihat kirin. Di encamê de jî gihîşt meqseda xwe. Komîteya amadekar gotibû ew li bendê ne ku sed hezar kes beşdar bibe û ev yek pêk hat.

Meşeke dîrokî bû. Ne serî hebû, ne jî binî. Coşeke mezin di nava meşê de hebû. Ev coşa azadiyê bû. Di heman demê de hêrsa li dijî komplo û tecrîdê jî hebû. Hêrsa 25 salên komplo û tecrîdê bû. Vê carê gelek derdorên biyanî jî beşdar bibûn. Ji Brukselê otobusek tijî rêwiyên biyanî hebûn û berê xwe dabûn Kolnê. Ji akademîsyen û rewşenbîrên Ewropayê heta parlementer û wezîrên berê jî têde hebûn. Wekî din derdora 200 enternasyonalîst ji Baselê heta Strasbourgê meşiyabûn û ew jî beşdarî çalakiya li Kolnê bûn.

Rêber Apo 25 sal in di zindanê de ye û tevî ku ne li derve ye jî û kes wî nabîne jî ew çend kesayetek bi bandor e. Ji bo wî sed hezar kes herikîn bajarê Kolnê. Bi sedan otobus ji paytext û navendên Ewropayê bi rêketibûn û rêwiyên azadiyê di wan de bûn. Rêberek ew çend xwedî bi bandor e û meşa Kolnê jî îspata wê ye. Piştî 25 salan jî xelk li dora Rêberê xwe dibe xelek. Ew xeleka mirovahiyê ye. Rêber Apo her kes li dora xwe kom kiriye. Ev jî nîşan dide ku Rêber Apo tenê ji aliyê fizîkî ve girtî ye. Yanî fikir û ramanên wî dîwarên Îmraliyê derbas kirine û gihaye milyonan.

Ew Rêbertiyê ji milyonan re dike. Îro ji Kenya heta Bangladeşê, ji Nepalê heta Arjantînê azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê xwestin. Çalakiyên ewqasî bi bandor li ti devera cîhanê nehatine dîtin. Ew bandora Rêbertiya milyonan kesî ye. Lewma jî dewleta tirk di tecrîdê de israr dike. Dewleta tirk dizane ku xwedîderketina milyonan li Rêber Apo wê azadiya fizîkî jî pêk bîne. Lê dewleta tirk di esasê xwe de tecrîdê datîne ser xwe. Îro yê ku li dinyayê herî zêde teşhîr bûye dewleta tirk e.

Beriya 25 salan dema ku Rêber Apo hat girtin, dewleta tirk digot min tiştekî gelekî mezin kiriye. Lê îro ew dewlet fêm dike ku Rêber Apo hê jî ji milyonan kesî re Rêbertî dike û tecrîda heyî jî bêwate ye. Herçiqas tecrîd hebe, ewqas jî xwedîderketina li Rêbertiyê heye. Bi wê xwedîderketinê jî dewleta tirk teşhîr dibe.

Meşa li Kolnê jî encama vê xwedîderketinê ye. Encama wê hêja ye û divê were xurtkirin. Ew mirovên ku li Kolnê hatin cem hev, di heman demê de dikarin azadiya fizîkî ya Rêbertiyê jî pêk bînin. Piştî 25 salan hê bêtir gihan nêzî azadiyê. Ew meşa azadiyê û meşa ber bi Rojê bû. Wê helbet ew meş bigihêje qonaxa xwe. Rêwiyên azadiyê wê xwe bighînin Rêber Apo. Wextekî hindik maye. Hinekî din sebir, lê gelekî têkoşîn lazim e. Wekî ku Rêber Apo digot; “Azadî hêsan bûya Ronahî û Berîvan xwe nedişewitandin.”

Azadî bedel dixwaze, lê dawiya wê jî firehî ye…

Nûçeyên Têkildar