Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Meşa li Parîsê: Dawî li vê şermê bînin!

Bi hezaran kurd û dostên xwe ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, hatin Parîsê û dest bi meşê kirin

Ji bo yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û Endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) yên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin bi banga Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) û Konseya Demokratîk a Kurdan a Fransayê (CDK-F) li Parîsê bi hezaran kes kom bûn. Malbatên şehîdan, endamên Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê, serokê KONGRA-GEL’ê Remzî Kartal, nûnerên partiyên siyasî yên Fransayê û gelek tevgerên polîtîk tev li çalakiyê bûn.

Kurdistanî li Gare Du Nord a Parîsê kom bûn. Rêxistinên femînîst, Komeleya Hevgirtina bi Kurdistanê, MRAP, Partiya Antîkapîtalîst, Sendîkaya Solîdaîres a Partiya Çepgir, Partiya Komunîst jî di nav de gelek tevgerên şoreşger ên Tirkiyeyê jî piştgirî dan çalakiyê. Hûgo Volpeî li ser navê ÛCL’ê axivî û bang li dewleta Fransayê kir û wiha got: “Dawî li vê şermê bînin û edaletê pêk bînin. PKK’ê ji nav lîsteya rêxistinên terorê derxînin.”

Çalakvanan bi pankarta ‘Heta ku edalet di tariyê de bimîne Fransa sûcdar e’ û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi meşê kirin. Di meşê de dirûşmeyên ‘Edalet û heqîqet’ , ‘Bêdengiya ji hevkariya we ye’, ‘Bila bêcezatî bi dawî be, edalet pêk were’ û  ‘Fermana komkujiyê Erdogan da bila were darizandin’ hatin berzkirin.

Girseya meşê çû Qada Repûblîqûeyê ya ku mîtîng lê tê darxistin. PARÎS

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar