Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Meşa parlamenterên HDP’ê tê astengkirin

Parlamenterên HDP’ê yên dixwazin li dijî tecrîda li ser Ocalan ji Qada Taksîmê heta Qada Galatasarayê bimeşin, ji hêla polîsan ve tên astengkirin

Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo piştgiriya bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin û di roja 96’emîn de didomîne, dê ji Qada Taksîmê heta Qada Galatasarayê bimeşin. Beriya meşê bi sedan polîsan Qada Taksîmê dorpêç kir û gelek wesayîtên zirxî li qadê bi cih kirin.

Her wiha gelek kolanên derdikevin Kolana Îstîklalê jî wesayît û polîs hatin bicihkirin. Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî jî di nav de parlamenterê HDP’ê li ber Otela Hîl a Taskîmê kom bûn. Parlamenteran dest bi meşê kir lê polîsan ew asteng kirin. Nîqaşa di navbera wekîl û polîsan de berdewam dike.

Soylu gef xwaribû

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu duh li Enqereyê di civînekê de gef li parlamenterên HDP’ê xwaribû û di got; ‘Ger ez destûrê bidim ku hûn bi meşin bila wê demê ji min re bibêjin tu zilam nînî.’ Bi van gotinan jî fermana astengkirina meşê dabû.  STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar