Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Meşa Yekitiya Neteweyî ya Kurd li Lozanê dest pê kir

Ji hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên saziyan zêdetirî sed kes ji bo yekitiya neteweyî ji Lozanê dest bi meşa ber bi Cenevreyê ve kirin

Ji çar parçeyên Kurdistanê zêdetirî sed siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, akademîsyen, nûnerên saziyan û partiyên siyasî bi civîneke çapemeniyê dest bi meşa yekitiya neteweyî ya kurd kirin ku dê ji bajarê Lozanê yê Swîsreyê heta bajarê Cenevreyê du rojan dewam bike. Çalakger li Place de Rîponneyê li hev kom bûn ku avahiya Peymana Lozanê lê hate îmzekirin lê ye û bi daxuyaniya çapemeniyê dest bi meşa xwe kirin.

Civîna çapemeniyê li pişt pankartên ‘Ji bo têkbirina dagirkeriyê yekitiya neteweyî ava bike’ û ‘Li dijî dagirkeriyê Rojava biparêzin’ hat dayîn. Bi navê çalakgeran bi kurdî, fransî û ingilizî daxuyaniyeke hevpar hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em dimeşin…

Em mirovên ji nêrînên cuda yên siyasî, nûnerên sazî û partiyên ji beşên cuda yên Kurdistanê, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, wênevan, rojnamevan, akademîsyen, jin û ciwanên xiristiyan, kurd, suryan-keldan, asûrî, ermenî, tirkmen, elewî, misilman, êzdî ji bo yekitiya neteweyî ji Lozanê dimeşin Cenevreyê. Bi polîtîkayên parçe bike, bi rê ve bibe û asîmîle bike xwestin ku kurdan lawaz bikin. Lê belê di nava kurdan de piştî sed salan hişmendiyeke xurt a neteweyî afirî û dê bi yekitiya neteweyî di vê sedsalê de encamê werbigirin.

Kurd di vê serdemê de gihîştine wê astê ku bi yekitiya neteweyî karibin encamê werbigirin. Bi xurtkirina yekitiya xwe dê bibin xwedî statû û demokrasiya li herêmê xurtir bikin. Lê belê hîn jî hin hêz hene ku ji bêstatûbûna kurdan sûdê werdigirin. Mîna bêhelwestiya hêzên navneteweyî ku li pêşberî paqijiya etnîkî ya ku dewleta tirk di 9’ê cotmehê de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) da destpêkirin bêdeng man. Yekane rêya ku vê rewşê ji holê rabike ewe ku kurd bi konferansa yekitiya neteweyî di vê sedsalê de çarenûsa xwe diyar bikin. Parçebûyîn, mezhebî, partîtî dê ne tenê bi parçeyekî bidin windakirin, dê bi tevahiya gelê kurd bidin windakirin. Yekitî jî dê bi kurdan û tevahiya Kurdistanê bide qezenckirin.

Ji bo em sedsala 21’ê bikin sedsala statu û azadiya Kurdistanê yekitiya neteweyî ji bo me hemûyan wezîfeyeke dîrokî ye. Gelê me, rewşenbîr û hunermendan ji ber ku ev metirsî dîtin ji bo avakirina yekitiya neteweyî gav avêtin. Ji ber vê yekê em ê ji Lozanê li pêşberî raya giştî ya dinyayê û gelê Kurdistanê bang li partiyan hemûyan bikin ku ji bo yekitiya neteweyî seferber bibin û kongreya neteweyî pêk bînin.

Ji bo yekitiya neteweyî daxwazên me wiha ne;

* Divê hemû rêxistin û partiyên Kurdistanî li hev kom bibin û bibin yek.

* Ji bo stratejiya hevpar, parastina hevpar, dîplomasiya hevpar gav bên avêtin.

 * Di vê çarçoveyê de ji bo pêkhatina yekitiya neteweyî em bang li rewşenbîr û hunermendan dikin ku bi berpirsyarî tevbigerin.

* Divê artêşa tirk bêşert û merc tavilê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji Efrînê bê derxistin.

* Ji bo ewlekariya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qada hewayî (Ji bilî alîkariya mirovî) li firînan bê qedexekirin.

* Bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî hêzeke leşkerî ya navneteweyî ji bo parastina aştiyê tavilê li ser sînorê Tirkiye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê bicihkirin.

* Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê naskirin, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li civînên Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ya li Neteweyên Yekbûyî bên kirin.

* Mirovên ji Rojava ji cih û warê wan hatine kirin bi rengekî ewle li warê wan bên vegerandin û ziyana ku li wan bûye bê tazmînkirin.

* Ji bo paqijiya etnîkî ya li Rojava bê astengkirin ambargoya çekan li Tirkiyeyê bê ferzkirin.

 * Tûrîzm û malên tirk bên boykotkirin.”

 

Perwer bang li partiyên kurdan kir

Piştî daxuyaniyê her wiha hunermend Şivan Perwer bi zimanê ingilizî, kurdî û tirkî axivî û bal kişand ser girîngiya pêkanîna yekitiya neteweyî ya kurdan û bang li hemû partiyên kurdan kir ku li hev kom bibin. Perwer wiha domand: “Kurdistan li vî bajarî hate parçekirin û xwestin ku kurdan tune bikin. Lê belê gelê kurd tu carî sînorên li pêşiya wan hate danîn qebûl nekir. Ji Lozanê heta niha her tim ji bo azadî û serxwebûnê li ber xwe da û hîn jî li ber xwe dide. Dîroka kurd û Kurdistanê gelekî mezine. Dema ku mirov bala xwe bidin ser têkoşîna kurdan a di nava vê dîrokê de hingî em dikarin her tiştî fêhm bikin.”

‘Nabe ku rewşenbîrên kurd bêdeng bimînin’

Bi berdewamî jî Perwer qala polîtîkayên zilmê û komkujiyê yên hêzên mêtinger li dijî gel û lîderên kurdan bi kar tînin û wiha pê de çû: “Yên ku Qasimlo qetil kirin, Ocalan avêtin zindanê. Gelê me her roj qetil dikin. Êdî bese. Nabe ku kurd, rewşenbîrên wan,  hunermendên wan bêdeng bimînin. Divê em ji bo xwe weke wezîfeyekê bibînin ku dest li siyasetê werdin û yekitiya neteweyî ya kurdan pêk bînin. Dema eşîrtiyê û axatiyê bi dawî bû. Bi vî rengî nayê birêvebirin. Meseleya kurd bi vî rengî çareser nabe. Ger gelê Kkurd nebe yek, partiyên kurd li hev kom nebin, hingî yekitiya neteweyî pêk nayê û ev pirsgirêk çareser nabe. Em ê tu caran mêtingeriyê qebûl nekin.”

‘Hûn tu caran nekarin kurdan biqedînin’

Şivan Perwer di berdewamî de jî bang li dewleta tirk û wiha got: “Hûn tu carî nikarin kurdan biqedînin. Ji ber ku 50 milyon kurd hene. Ji dewleta tirk re dibêjim; ger ku te heta niha nekarîbe tune bikî, tu dê niha jî nekarî tune bikî. Bila desthilatdariya Tirkiyeyê baş bizane ku em naqedin. Kurd qet naqedin. Hûn baştir zanin, hûn jî bêyî kurdan nikarin bijîn. Heta ku hûn mafên kurdan nas nekin welatekî demokratîk tu carî pêk nayê. Hûn ber bi dîktatoriyê ve diçin. Em careke din bang dikin; bihêlin bila gel bi hev re bi dostanî bijîn. Lê belê hûn sed sal in li dijî gelê kurd şer dikin.”

‘Em naxwazin Lozaneke duyemîn bi serê me bê’

Di daxuyaniyê de li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê jî Ahmed Şêxo axivî. Şêxo di serî de Peymana Lozanê şermezar kir û wiha domand: “Em niha ji bo yekitiya xwe ya neteweyî li vê deverê ne. Ji bo Lozaneke duyemîn bi serê me ve neyê divê em ji bo yekitiyê gavên pratîkî biavêjin. Divê her kes berpirsyariya xwe pêk bîne. Nabe ku kes li pêşiya yekitiya neteweyî bibe asteng. Êrîşên niha li dijî Rojava tên kirin ne tenê li dijî Rojava ne, li dijî tevahiya Kurdistanê ne.”

Ji bo yekitiyê geşkirina têkoşînê

Li ser navê Partiya Îslamî ya Kurdistanê jî Hîkmet Serbilind axivî û destnîşan kir ku êdî dem hatiye ew ji bo parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî têkoşînê geş bikin û li hev kom bibin. Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç, nûnera TJK-E’yê Besîme Konca, nûnerê Partiya Komunîst a Kurdistanê Hajar Nûrî Feqa jî di daxuyaniyê de axivîn û bal kişandin ser girîngiya yekitiya neteweyî ya kurdan. Axaftvanan bang li hemû partiyan kir ku di vê mijarê de berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Bi navê Partiya Karker a Swîsreyê û Solîdarîte jî axaftin hate kirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin şermezarkirin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî hate kirin ku berpirsyariyên xwe pêk bînin.

Piştî axaftinan meşa yekitiya neteweyî ya kurdan a ji Lozanê heta Cenevreyê dest pê kir.

Navên beşdaran

Navên kesên tev li meşê bûne wiha ne: “Ahmet Şexo (Nûnerê Rojava) , Alî Baran (Hunermend), Alî Matur (Endamê KNK’ê), Alî Zulkuf (Wênevan), Areş Yarî (Hunermendê ji Rojhilat), Azad Osman (Endamê Têkiliyên Derve yê Hîzbî Şûî, Başûr) , Azîz Tunç (Nivîskar – Hevserokê MARDEF’ê),  Abas Omer (PYD), Azad Abdulahresît (YNK), Bengî Agirî (Hunermend), Bahtiyar Seyîtxanî (Nûnerê YNK’ê yê Ewropayê), Bavê Heqî (Nûnerê PYD’ê), Basak Nûrî Munich (Siyasetmedar a ji başûrê Kurdistanê), Bavê Şêro (PYD), Besîme Konca (Nûnera TJK-E’yê), Beşer Şahîn (Hunermend), Cemal Zariya (Rojnamevanê ji Rojhilat), Cano Şakir (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê), Cemo Dogan (Hunermend), Cewad Merwanî (Hunermend), Dêrsim (PYD), Devres Ferho (Serokê Enstîtûya Kurd a Brukselê), Diyar (Hunermend), Diyar Bekir (Siyasetmedarê ji Başûr), Dr. Engîn Sustam (Akademîsyen), Dr. Cengîz Gunes (Akademîsyen), Dr. Rigrag (Tevgêra Nûjen), Dr. Sedat Ulugane (Akademîsyen), Doc. Çetîn Gurer (Akademîsyen), Ebdulbaqî Essed (Serokê Saziya Mafên Mirovan a Sûriyeyê), Eimad Nûrî Alî, Emîn Dilmaç (CÎK), Emele (Hunermend), Faruk Semedî (Nûnerê Hizba Demokrat a Kurdistan PDK – Rojhilat), Fatma Şik (Hevşaredara berê ya Sûrê), Fatoş Goksungur (Hevseroka KCDK-E’yê), Faysal Sariyildiz (Parlamenterê HDP’ê yê berê), Fergîn Melîk Aykoç (Nivîskar), Fereydûn Kuncirini (Siyasetmedarê ji Başûr), Firat Imîrza (Hunermend), Fîkret Îgret (Hevserokê Meclisa Şengalê ya Dîasporayê), Fîraz Baran (Rojnamevan – nivîskar), Faruk Muhsînoglu (Endamê KNK’ê), Gunay Aslan (Rojnamevan-nivîskar), Goran Hama (Siyasetmedarê jî Başûr), Goran Babali (Tevgera Goran), Hatîce Altişik (HDP), Hemîd Bahoz (Hunermend û rêveberê NCÊ’yê), Hekîm Sefkan (Hunermend), Hasan Muhammed (Goran), Huseyîn Alatas (KKP), Huseyîn Îçlî (KKP), Hîkmet Serbilind (Serokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê), Huseyîn Erkan (Nûnerê Tevgera Kawa yê Ewropayê), Huseyîn Torun (Nivîskar), Hoshyar Abdullah (Siyasetmedarê ji Başûr), Îbrahîm Alî (CÎK), Îbrahîm Alîpur (Nûnerê PJAK’ê yê Ewropayê), Idris Bagok (Hunermend û rêveberê NCÊ’yê), Kemal Bîlgît (KKP), Karez Xelifan (Ciwanekê ji Başûr), Kawa Nemir (Helbestvan-şanoger), Kawa (Hunermend), Kawa Urmiye (Hunermend), Lamî Ozgen (Hevserokê KESK’ê yê berê), Leyla Bîrlîk (Parlamentera HDP’ê ya berê), Lezgîn Botan (Parlamenterê HDP’ê yê berê), Mahzar Zumrut (Serokê Enstîtûya Kurd a Dusseldorfê), Mehmet Yaşar (KKP), Mehmet Sogut (Nivîskar), Mehemed Hecî (CÎK), Muzaffer Kuçukyildiz (Nûnerê PKAN’ê), Nûrsel Aydogan (Parlamentera HDP’ê ya berê), Necîbe Karacdagi (Tevgera Azadî), Nebez Abdullah Rasûl (Siyasetmedarê ji Başûr), Nadîa Mizurî (Siyasetmedara ji Başûr), Newroz Qadir (Siyasetmedara ji Başûr),  Nejdet Atalay (Şaredarê Êlihê yê berê), Omid Baban (Endamê Têkiliyên Derve yê Hîzbî Şûî), Ozan Emekçî (Hunermend), Ozan Şanoger (Hunermend), Refîk Abdulah (Nûnerê Goran ê Ewropayê), Refîq Xefûr (Endamê Konseya Rêveber a KNK’ê), Rêwî Rêdûr (Hunermend – Hevserokê NÇÊ’yê), Rêber Doskî (Sînemavan), Rizan Yûsûs (Nûnerê YES’ê yê Ewropayê), Ronak Ahmet (Nûnerê KNK’ê), Sabrî Eryîgît (Berpirsyarê PÎK’ê yê Ewropayê), Suzan Samanci (Nivîskar), Seyîtxan (Hunermend), Soran Alî (YNK Ewropa), Şemdîn (Hunermend), Songul Çelîk (FEDA), Şivan Perwer (Hunermend), Sîbel Yîgîtalp (Parlamentera HDP’ê ya berê), Şevket Bakan (Endamê KNK’ê), Peywan Arjîn (Hunermend), Viyan Mayî (Rejîsor), Yildiz Hane (PYD), Yuksel Koç (Hevserokê KCDK-E’yê), Yûsûf Yeşîloz (Nivîskar-Senarîst), Zehra Dogan (Rojnamevan-wênevan), Zahîr Loran (Hunermend), Zozan Dêrik (PYD), Zubeyîr Aydar (Endamê Desteya Rêveber a KNK’ê), Xebat Şakir (PYD), Xelîl Xemgîn (Hunermend) û Xebat Dihokî (Hunermend).” LOZAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar