Li dijî Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serhildana bi milyonan mirovî roj bi roj mezin dibe. Kurdistaniyên li Ewropayê tevî dostên xwe her sal beriya meş û mîtînga mezin a li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê, mîna li gelek welatan li Swîsreyê jî meşeke dirêj a ji bo 4 rojan pêk tînin.
Zêdeyî sed rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û nûnerên saziyên ji çar parçeyên Kurdistanê bi dirûşma ‘Azadî ji Ocalan re, statû ji Kurdistanê re’ li bajarê Cenevreyê dest bi Meşa Dirêj a ji bo 4 rojan kirin.
Meş bi dirûşma ‘Em yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin, Rêberê xwe azad bikin’, ‘Li dijî komploya navneteweyî yekitiya xwe ya neteweyî biafirînin’ tê lidarxistin. Meşê li qada Place de Neûve ya Cenevreyê bi civîneke çapemeniyê dest pê kir.
Meşvanan pankarta bi nivîsa ‘Azadî ji Ocalan re, statû ji Kurdistanê re’ û posterên Ocalan hildan. CENEVRE