Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Rêberên gelan çawa derdikevin holê?

Rêberê gelan, ji nava gelan derdikevin, gel wan hildibijêr in. Ne ji derve û ne ji aliyê hinek kesan an ji aliyê hinek dewletên...

Pazartesi - 25 Kasım 2024

Mesele ne govenda kurdî ye

Di van rojên dawî de li dijî govenda kurdî êrîş hene. Her wiha nivîsên ku şaredariyên kurdan li ser riyan nivîsandine jê dibin. Yê vê dike jî dewleta tirk e. Ango ew zihniyeta qirker û talankar e. Her carê ji bo qirkirina kurdan rê û rêbazekê bi kar tîne. Ev yek jî di çarçoveya şerê taybet de tê meşandin. Lê divê em bi awayekî berfireh li vî wêneyî temaşe bikin. Eger em bêjin êrîş li ser govenda kurdî heye, em ê meseleyê teng fêm bikin û encama wê jî wê ne têrker be. Mesela dewleta tirk tinekirina çand, huner û zimanê kurdî ye. Mesela dewleta tirk tinekirina hebûna kurdan e. Yanî derdê wan bi hebûna kurdan re heye.

Eger em tenê li ser çarçoveya ziman û hunerê li meselê binêrin, wê demê em ê nikaribin bigihin encamekê. Dewleta tirk û peyayên wê sed sal zêdetir vê polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Ji bo tinekirina kurdan rê û rêbazek nema ku neceribandin. Her carê vê rêbazê jî dîsa dubare dikin. 40 sal in derewa qedandina PKK’ê tînin ziman. Lê encam jî xuya ye. Ew jî dizanin ku nikarin Kurdan biqedînin. Lê dibêjin em çiqas zerar bidin, an jî em çiqasî nerehetiyê bidin baş e.

Mesele polîtîkaya dewletê ye, lê welatiyên tirk jî li gorî heman konseptê tevdigerin. Eger ew ji kurdan re dibêjin em xwişk û birayê hev in, wê demê divê qebûl nekin. Ma di govenda kurdî de û nivîsên kurdî de çi siyaset heye gelo ? Eger mesele tenê govend û nivîsa kurdî be, wê demê qebûl nekin. Lê em dibînin ku mesele ne tenê govenda kurdî ye. Derdê wan ewe ku divê kurd kêfxweş nebin û govendê negerînin. Divê kurd nebin şaredar û nivîsên şaredariyan li ser riyan nenivîsin.

Divê kurd jî nerazîbûna xwe di vê çarçoveyê de bînin ziman. Divê kurd zanibin ku ev dewlet dijminê wan e. Ti carî ew zihniyeta qirker nehat guhertin. Heta ku ev zihniyet hebe, wê êrişên li ser çand, huner û zimanê kurdî jî bi dawî nebin. Rêber Apo di pirtûka xwe ya pêncan de bi awayekî berfireh ev mijar nirxandiye. Jixwe navê pirtûkê jî vê yekê îfade dike; kurdên di pencên qirkirina çandî de…

Rêber Apo di wê pirtûkê de bi awayekî berfireh qala asîmîlekirina çand, huner û zimanê kurdî dike. Dewleta tirk çawa ku ava bû û şûnde polîtîkaya sereke ev mijar bû. Ji bo karibin kurdan qir bikin û tine bikin, destpêkê ev mesele xistin rojeva xwe. Stranên kurdî veguherandin zimanê tirkî, çiqas berhemên kurdî hebin veguherandin. Hê jî ev polîtîkaya qirker dewam dike. Lê kurd bi awayekî sivik û teng li vê mijarê dinêrin. Şewitandina cenazeyên kurdan, bi çekên kîmyewî qetilkirina gerîlayan, talankirina xwezaya Kurdistanê û tinekirina cih û warên dîrokî hemû di çarçoveya heman konseptê de ne. Eger hun bi çavekî berfireh li vî wêneyî nenêrin, hunê nikaribin meselê fêm bikin. Govenda kurdî jî xelekek ji van êrişan e.

Nûçeyên Têkildar