Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

‘Mesele ne tenê porê me bû’

Sîrwa Ehmedî ku par neçar ma ji Rojhilatê Kurdistanê koçî Swîsreyê bike got, “Mesele ne tenê porê me bû. Mesele di heman demê de nasnameya me ya kurd û jin bûn.”

Jîna Emînî ya 22 salî ku ji rojhilatê Kurdistanê ye, sala borî di gera xwe ya Tehranê de ji aliyê polîsên exlaqê ve bi hinceta ku “porê xwe nenixumandiye” birin navenda polîsan. Piştî çend saetan di bin çavdêriya polîsan de ma, rakirin nexweşxaneyê û piştî sê rojan li nexweşxaneya ku lê jiyana xwe ji dest da. Piştî kuştina wê di serî de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê, jinan ji çar aliyên cîhanê bi dirûşma “Jin, Jiyan, azadî” dest bi berxwedanê kirin. Ev dirûşme li çiyayên Kurdistanê hate pêşxistin; dirûşma têkoşîna civaka azad a li gorî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ava bû. Du jinên kurd Razaî û Ehmedî ku ji ber zextên Îranê neçar man ku koçî Swîsreyê bikin, niha li vir têkoşîna xwe didomînin.

Sîrwa Ehmedî ku par neçar mabû ku koçî Swîsreyê bike, li Ewropayê beşdarî hemû çalakiyên Jîna Emînî bû. Sîrwa Ehmedî da zanîn ku her carê hêsiran dibarîne û got ku careke din têgihişt ku bê dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ji bo jinên kurd çiqasî girîng e û wiha axivî. “Em weke penaber hatin, bi kîlometreyan dûrî axa xwe ne. Dibe ku ez jî hatibûma kuştin, ne Jîna. Mesele tenê ne porê me bû. Pirsgirêk jî nasnameya me ya kurd û jin bûn. Helbet di van xwepêşandanan de jinên Fars jî hatin kuştin û girtin. Têkoşîna wan di heman demê de têkoşîna me ye, lê divê em vê mijarê ji kuştina jinan wêdetir bibînin.”

Qedera bi milyonan e

Ehmedî anî ziman ku di bin van her sê gotinên ku ew heta ji wan tê diqîrin, çarenûsa bi milyonan jinên kurd e û wiha domand: “Dema min li kesên ku bi me re hatibûn xwepêşandanan nihêrî, min dît ku jinên li Swîsreyê dijîn tu daxwazên wan ji yên me ne cudatir e. Jinên di bin cilê ku jê re dibêjin demokrasî jî ji welatên herî baş ên Ewropayê jî di rêza duyemîn de ne. Ji ber vê yekê ev pirsgirêkek gerdûnî ye. Tişta hevpar a me bi jinên ku îro mil bi mil li dora vê dirûşmê hatine cem hev. Ez jî di wê baweriyê de me ku dê mezin bibe.”

Efrîn Razaî ji bajarê Sine yê rojhilatê Kurdistanê ye. Her wiha endama rêveberiya Rêxistina Têkoşîna Jinan û çalakgera mafê jinan e. Ew jî wek Mîna Ehmedî neçar maye salek berê were Swîsreyê. Razayî wiha got: “Li gorî min ev ne tenê konsept û dirûşmek e, ji bo azadiya jinan manîfestoyek e. Ji bo hemû neteweyên ku ji bo bidestxistina mafên xwe û bidestxistina serxwebûna xwe têdikoşin. Ev tê wê wateyê ku manîfestoya rizgariya jinan ewqas tije ye ku her neteweyek azadîxwaz dikare mafên xwe tê de bibîne.”

‘Ew derbeke kuştinê ya li pergalê ye’

Razaî da zanîn ku çavkaniya azadiya jinan û azadiya civakê civakeke ku jin di biryarên siyasî, aborî û civakî de azad bijîn û got ku ‘Jin, Jiyan, Azadi’ di heman demê de manîfestoya li dijî mêtingeriyê ye. Bi domdarî Razaî, wiha got: “Ev derbeke kuştinê ya li pergala dîktatorî û baviksalariyê ye. Ji ber vê sedemê jî piştî kuştina Jîna Emînî ji aliyê rayedarên Îranê ve, têkoşîna azadiya jinan weke pêlekê derket holê. Piştre rejîma faşîst a Îranê bajar veguherand şer. Helbet dijminên me,  fars, tirk û ereb, hewl didin me vê têgehê tune bikin. Lê em dibînin berovajî vê yekê her ku diçe zêdetir dibe. Niha ev manîfestoya cîhanî bûye çekek bi hêz.

Her çend ev dirûşme heta demekê tenê di pirtûkên Rêber Apo de û li deverên Sine, Seqez û Kurdistanê yên li ser bilindkirina mafên jinan deng veda, lê niha li hemû cîhanê deng veda. Îro bû sedema yekîtiyeke mezin. Ev jî asta hişmendî û daxwazên rewa yên civakên rewşenbîrên Kurdistanê nîşan dide. Daxwaza jinan bi giştî li Kurdistanê û bi taybetî jî li rojhilatê Kurdistanê bidestxistina manîfestoya azadiya jinan e. Ji ber ku ew dizanin ku li gorî vê manîfestoyê çêkirina qanûn dikare ji pergala totalîter û civaka baviksalarî rizgar bibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar