Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Meşrûiyeta HDP’ê!

Li ser gotinek Gursel Tekinê parlamenterê CHP’ê, seroka ÎYÎ Parti Meral Akşener û hinek hevalên xwe, dîsa êrîşî HDP’ê kirin.

Ji ber gotina Gursel a ku gotiye “Em bibin desthilat em dikarin vezirtiyê bidin HDP’ê”, vê koma ÎYÎ partiyên nijadperesertên tirk, dest bi gotinên dujminkarî yên li dijî kurdan kirin.

“em bi van kesên(HDP) parçekar re(yên li gel teroristan) nabin li ser maseyekê, em naynen cem hev”, “vana ne rewa/meşrû ne” û hwd.

Bêguman tu kes, ji gotinên wisa yên kevneperest, bêexlaq, bêedeb, ne hemdemî, ji derveyê zanistê û faşîzim jê difûre yên Meral Akşener û keriyê li pey wê ne biyanî ne, herkes nas dikin van mejiyên tarî û berdewamên kaniya xwînrij!

Ya divê were gotin û were xwestin ne meşrûiyet û heqîqeta HDP’ê û gelê Kurdistanê ye.

Ev pirsên wisa, divê ji Meralê û hemkarên wê were pirsîn û were xwestin. Helbet nikarin bersîvê bidin an jî bersîva rast nadin.

Ji ber ku bersîva rast; ew gunehbariya li ser HDP’ê nîsan didin, xwedanê wan gunehan hemûyan  ew bi xwe ne. Ew, ne bi tenê li gel terorîst û fasîstan e, belê jixwe ew bixwe fasîst û terorîst in.

Lewma ya ku hewcedariya meşrûiyetê ye, ya hêwcedarî bi lêborînê û pakbûyînê heye ÎYÎ partî bi xwe ye.

Eger hatibe jibîrkirin, em hema bi bîr bînin. Ma Meral xanim ne şagirta Tansû Çîler, Dogan Gureş û Mehmet Agar e û devlixwînên li rex wê jî, ne şagirtên Turkeş û Bahçeliyê fasîst in?

Van fermandar û kesên ewqas destên wan ketine xwîna gelê Kurdistanê, şûna ku ew lêborînê ji îradeya gelê Kurdistanê HDP’ê û saziyên hwd.ên gelê Kurdistanê bixwazin, ew vê îradeyê gunehkar nîşan didin.

Şûna Tevgêrên gelê Kurdistanê, van gunehkar û xwînxwarên Kurdistanê bikişîne dadgehê û wan bi darizîne, ew îradeya gelê Kurdistanê ne meşrû radigihînin.

Ji alîkî ve, bi vê bûyerê re, rûreşî û nasnama van faşîstên ÎYÎ partî zelaltir û leztir bû. Dibe ku weke gotinek gelîrî “ev bi xêrtir bû”, ji ber ku hîn jî hinek kes hene, hêviyek başiyê ji CHP’ê û hevkarê wê yê bingehîn ÎYÎ partî dikin.

Ev hêvidariya ne rast, divê hîn jî baştir were dîtin û naskirin. Ji ber ku dîroka CHP’ê û bi taybetî ya Kemalê wê, ne ji ya ÎYÎ partî paktir e. Vanan jî şagirtên Kemal Ataturk û Ismet Inonunê qirkerên gelê Kurdistanê ne.

Lewma, divê him kiryarên dîrokî û him jî yên rojane yên  van partiyên xwedî zihniyeta sistema dewleta tirk in, baş were zanîn û li gor siyaseta qirêj û qirker a wan, amadekarî were kirin, siyaset were afirandin û xebatek wisa xurt a bi tevgêr were meşandin.

Niha li Bakur, heman siyaset ji aliyê dewletên hegemon ên cîhanî ve li Rojava jî tê meşandin.

Li Bakur, eniya bi serokatiya R.Erdogan ve tê birêvebirin a Cumhûr û eniya bi serokatiya K.Kiliçdaroglu ve tê birêvebirin a Millet, bi hemû şêwazan, dek û dolaban hewldidin ku HDP’ê (îradeya gelên Kurdistanê) bikişîne rex xwe û bixe bin bandora xwe. Bi gotinek din, dîsa mîna caran ku di dîrokê de pêknîne, gelê Kurdistanê bixapînin.

Li Rojava jî DYA li alîkî, Rûsya li aliyê din, bi heman şêwazên lewitî yên li Bakur tên meşandin, ew jî li vê herêmê birêve dibin û dixwazin gelê Kurdistanê bixapînin, îradeya wî bixin bin bandora xwe û di xizmeta siyaseta xwe de bidin xebitandin.

İca divê li her çar parçeyên Kurdistanê û li dîasporayê, gelê Kurdistanê pir bi hişyarî û bi hostayî xebatê bikin û li dijî van guran, bi siyasetek kêrhatî û encamgir tevbigerin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar