Ofîsa Ragihandin û Agahiyan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê diyar kir ku Mesrûr Barzanî bi armanca çareserkirina pirsgirêkên ava vexwarinê û hişkesaliyê, li parêzgeha Hewlêrê xercek qasî 2 milyar û 878 milyar dînar ji bo lêdana 40 bîrên avê cuda kir. Lê ji bo welatiyên Derbendîxan ku nêzî meheke li dijî nebûna xizmetgûzariyê li qadanin, bêdeng e.
Her wiha hate destnîşankirin ku budceya ku ji aliyê hikûmetê ve were dabînkirin, wê bi pere û bi qonaxî wê li ser budceya asayî ya Wezareta Şarewanî û Geştûguzariyê were xerckirin.
Hêjayî gotinê ye ku çalakiya xelkê Derbendîxanê ya li dijî nebûna xizmetguzarî û qirêjiya ava vexwarinê 28 roj in berdewam dike, lê heta niha hikûmetê bersiva daxwazên wan nedaye.