Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Mesûd Barzanî aşkera hevkariya şer dike

Demek dirêj e hêzên PDK’ê aşkera hevkariya Tirkiyeyê dike û bi hevre êrîşî Qadên Parastinê yên Medyayê dike. Bi hevkarî û tevkariya PDK’ê heta niha bi dehan baragehên TSK’ê li ser axa başûrê Kurdistanê hatin avakirin. Bi destûra PDK’ê bi dehan caran balafirên şer ên TSK’ê sînor derbas kirin û gundên di nava axa başûrê Kurdistanê de bombe kirin. Bi dehan gundî hatin kuştin. Çima bi destûra PDK’ê? Eger ne bi destûra wê bûya dê bertek nîşanî van êrîşan dabûya. Lê heta niha Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî carekê jî daxuyanî neda. Carekê jî hikûmeta Tirkiyeyê hişyar nekir û negot ‘Hûn çima peymanên navdewletî îhlal dikin? Hûn çima sûcê şer dikin? Hûn çima axa me bombe dikin û welatiyên me qetil dikin? Her tim li dijî van êrîşên balafirên şer, li dijî operasyonên leşkerî yên der sînor bêdeng ma. Hêj jî bêdeng e.

Di 30 salên dawî de TSK’ê bi sedan operasyonên bejayî û hewayî li dar xistiye. Li dijî van êrîşan rêxistinên civakî, partiyên siyasî, rewşenbir, siyasetmedar, nûnerên gel û pêşengên civakê bi dehan caran heyet ava kirine û bi Serokê PDK Mesûd Barzanî re hevdîtin kirine. Di hemû hevdîtinan de Mesûd Barzanî ziyaretên heyetan erênî pêşwazî kiriye û daxwazên wan red nekiriye.

Lê dema em li pratîk û geşedanan dinêrin ne wisa ye. Em dibînin hemû hevdîtin bê encam dimînin. Bê navber baragehên nû yên TSK’ê li ser axa başûrê Kurdistanê tên avakirin. Operasyon li ser operasyonan tên lidarxistin. Li dijî van operasyonên leşkerên TSK’ê bêdeng dimîne. Bi vê yekê jî nayê ser hêzên pêşmergeyan ji bo hevkariyê dişîne qadên şer. Hêzên PDK’ê herî dawî di 24’ê Tîrmeha 2021’an de, li herêma Metînayê li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîş pêk anîn. TSK ji 23’ê Nîsanê de li dijî herêma Zap, Metîna û Avaşînê bi hevkariya PDK’ê operasyonan li dar dixe. Lê heta niha encam negirtiye.

Di 24’ê tîrmehê de HPG’ê têkildarî operasyona TSK’ê ya 3 mehan daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku di nava 3 mehan de gerîlayan 398 çalakî kiriye. Di van çalakiyan de 494 dagirker hatine cezakirin, bi dehan wesayîtên zirxî û çeper hatine îmhakirin. 63 gerîla şehîd bûne.

Di daxuyaniya HPG’ê de jî tê dîtin ku TSK di vê operasyonê te bi ser neketiye. Ji ber ku bi ser neketiye vê carê raste rast PDK’ê dixe nava şer. Piştî şerê 3 mehan ku TSK bi ser neket, di salvegera êrîşa topyekûn a 24’ê Tîrmeha 2015’an  de vê carê hêzên PDK’ê li dijî qada Metînayê êrîş pêk anîn. Ev yek pir aşkera nîşan dide ku plana îmhaya topyekun a li dijî gelê kurd bi hevkariya hikûmeta AKP-MHP’ê û PDK’ê pêk tê. Ji ber ku hêzên PDK’ê di salvegera biryara şerê li dijî kurdan de êrîşî Metînayê kir.

Ji ber TSK encam nagire vê carê PDK hêzên xwe dixe operasyonê.  Herî dawî li dijî van operasyonan heyeta hunermendan çû Hewlerê û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî re hevdîtin kirin. Mesûd Barzanî ji heyetê re gotibû “Heya ez sax bim ez ê destûr nedim xwîna kurd bi destê kurd were rijandin. Ez şerê kurd bi kurd re heram dikim.” Lê em dibînin ku 2 hefte şûnde li şûna şerê kurd li kurdan heram bike, kurdan dişîne ser serê kurdan. Kurdan bi kurdan dide kuştin. Hem soz dide hunermendan, hem jî van sozên xwe binpê dike û rê li pêş şerê kurd û kurd vedike. Ev jî pir zelal nîşan dide ku PDK û Mesûd Barzanî hem heyetan dixapîne û hem jî sozên xwe binpê dike. Hem jî aşkera kurdan dixapîne.

Lê divê kurd êdî vê rastiya PDK’ê baş bibînin. Divê hemû gelê kurd êdî vê rastiya PDK’ê qebûl nekin û helwestek tund nîşan bidin. Divê hunermend, rewşenbir, siyayasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî bi hevre li qadan bertek nîşanî PDK’ê bidin û hişk hişyar bikin. Ji ber ku êdî PDK aşkera tevkarî û hevkariya AKP-MHP’ê dikin. AKP-MHP-PDK bi hevre li dijî kurdan şer dikin û kurdan bi kurdan didin kuştin.

Nûçeyên Têkildar