Serokê Giştî yê Hîzbullah-HÛDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglu ku wê di lîsteya AKP-MHP’ê ya faşîst bikeve hilbijartinên serokkomariyê û faîlê bi sedan kuştinan, li gel Serokê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî bi telefonê axivîn.
Di rupela fermî ya HÛDA PAR’ê de hate ragihandin ku Serokê Giştî yê HÛDA PAR’ê Zekeriya Yapicioglu û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi telefonê axivîne. Lê di derbarê naveroka hevdîtinê de ti agahî nehatin parvekirin.
Piştî nêzîkbûna HÛDA-PAR û AKP’ê ya beriya 5 salan destpêkirî, berdana girtiyên Hizbullahê di bin navê ‘ji nû ve darizandinê’ de pêk hatin û berdanên ku di sala 2018’an de dest pê kiribûn heta Nîsana 2021’an bi awayê kom bi kom dewam kir.
Li gorî daneyên Rêveberiya Giştî ya Girtîgehan derket holê ku 273 kujerên Hîzbullahê ku di 4 salan de bi sedan kesan qetilkirine, piştî darizandina ji nû ve hatin berdan û tevî ku 5 sal li ser berdana wan re derbaz dibe jî hîna dosyaya wan bi dawî nebûye.
PDK ya ku dibin serokatiya Mesûd Barzanî de, bi hevdîtina xwe ya bi telefonê li gel Hîzbûllahê pêkaniyî, piştgiriya xwe ji bo tifaqa AKP-MHP-Hîzbullah a faşîst û qirker nîşan daye.