Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Mesûd Barzanî dagirkeran pêşwazî dike lê nameya dayikan red dike

Dayikên Aştiyê diyar kirin ku pêşwazîkirina serçeteyên ku Efrîn dagir kiriye li Başûr ji aliyê Mesûd Barzanî ve, nayê qebûlkirin û wiha gotin: “Dema me xwest nameyekê radestî wan bikin, red kirin lê ji bo pêşwazîkirina dijminan amade ne.”

Hat aşkerakirin ku serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li başûrê Kurdistanê pêşwaziya şandeya ‘Meclisa Sivîl a Efrînê’ ya girêdayî dewleta tirk a dagirker kiriye û pê re hevdîtinek pêk aniye.

Têkildarî mijarê Dayikên Aşîtiyê nêrînên xwe parve kirin.

Dayika bi navê Şemsîxan Gulo diyar kir ku ev zêdetirî 70 roj in bi aştiyane li deriyê sînor ê Sêmalkayê ye da ku daxwaza wergirtina cenazayên gerîlayan bikin û wiha got: “Em dixwazin nameyekê bigihînin hêzên PDK’ê lê hêzên PDK’ê me red dikin. Me 4 caran hewl da lê pêşwaziya me nekirin.

PDK pêşwaziya dijmin tenê dike, ji radestnekirina cenazeyên şehîdan tê aşkerakirin ku hevkariyê bi dewleta tirk re dike. Îro Mesûd Barzanî diçe li gel çeteyên ku Efrîn dagir kiriye, hevdîtinê pêk tîne, lê ne amade ye nameyekê ji dest me bigire.”

Şemsîxan da xuyakirin ku ew vê hevdîtinê normal nabînin û ev hevdîtin wek îxanet binav kir. Şemsîxan Gulo pêşwazîkirina serokê berê yê Îtîlafa Sûriyê Nesir El-Herîrî jî bi bîr xist û wiha axivî:  “Çawa pêşwaziya me nakin! Em dayik in û kezeba me dişewite.”

(2’yê adara 2021’an, PDK’ê pêşwaziya serokê Îtîlafa Sûriyeyê ya girêdayî dewleta tirk a dagirker Nesir El-Herîrî kiribû û rastî gelek bertekan hatibû.)

Destê PDK’ê di dagirkirina Rojava de heye

Gulo da zanîn ku dema xwestin nameya xwe bighînin hêzên PDK`ê ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan li ser sînor bi dan û standinan nexweş re rû bi rû man û wiha şîrove kir: “Bêhna kurdayetiyê ji nîqaşên wan nedihat. Ji ber mirovên ku pêşwaziya dagirkeran bike, bi vê yekê dibe hevkarê dijimin, wê demê destê PDK`ê di dagirkirina herêmên rojavayê Kurdistanê de jî heye. PDK’ê li her deverê rewabûnê dide êrîşên dewleta tirk a dagirker. Rojekê me daxuyeniyek şermezarkirinê jê nedîtiye.”

Şemsîxan Gulo bal kişand ser girtina deriyê sînor ê Pêşxabûrê ji aliyê hêzên PDK’ê ve û ev tişt anî ziman: “PDK ne bi destê xwe ye, dixwaze wekî Peymana Lozanê bike, bi vê yekê dibêje ez ê rê li ber Rojava bigirim û Rojava dorpêç bikim lê derî li ber Rojava nayê girtin. Gelê Rojava dizane debara xwe bike.”

Her wiha Gulo bi bîr xist ku di sala 2014’an de PDK’ê xendeq di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de kolandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek gel em li dijî wan xendeqan derketin, me got bila destê biratiyê ji hev qut nebe, xewnên dijminan pêk neyên. Piştî wê yekê dîwarê şermê danîn, îro jî dergehê bi temamî digirin. Bi vê yekê tişta ku dewleta tirk dixwaze, pêk tê.”

Li aliyekî din dayika Semîra Xelîl jî da zanîn ku pêşwazîkirin dagirkerên Efrînê ji aliyê Mesûd Barzanî ve, tê wateya alîkariya bi dewleta tirk a dagirker re û wiha got: “Em wek Dayikên Aştiyê naxwazin kiryar bigihêjin vê astê û kêfa dijimin li me were. Em dixwazin PDK li xwe vegere û êdî bes e jê re.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar