Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mesûd Barzanî: Roj roja yekitiyê ye

Serokê giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî bi daxuyaniyekê diyar kir ku rojavayê Kurdistanê niha di bin talûkeyeke mezin de ye û li dijî vê gefa mezin jî roj roja hevgirtin û yekitiya gelê kurd e

Serokê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê peyamek parve kir.

Peyama Mesûd Barzanî wiha ye:

“Di serdemên berê de ji bo ku rojavayê Kurdistanê ji şer û êşan dûr bimîne, me hemû derfetên xwe seferber kirin. Lê di nava çend rojên dawî de rojavayê Kurdistanê bi êrîşeke pir mezin re rû bi rû ye. Niha di nava rewşeke xeternak de ye.

Dom kirina êrîş û şerê li rojavayê Kurdistanê, hem ji bo gelê li Rojava û hem jî ji bo hemû gelên li herêmê gefeke pir mezin e. Ez bang li hemû aliyan dikim, rewşa ku derketiye holê ji ber xeletiyên kîjan alî dibe bila bibe, an jî kê ji van êrîşan re bingeh çêkiribe bila çêkiribe, roj ne roja nîqaşkirina van  e.

Roj ne ew roje ku em ji hev hêrs bibin û li dijî hev bisekinin e. Li hemberî vê gefa mezin a li ser gelê me, roj ew roje ku em bi aqil û ruheke hevpar tevbigerin. Divê em ji bo têkbirina vê talûkeya mezin, ji bo ku em gelê xwe yê hêja bigihînin aramiyê û ji bo ku em bikarin pêşî li guherandina demografyaya herêmê bigirin, roj roja yekitiyê ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar