Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Metirsiya jehrîkirina çalakvanên Behdînanê

Li gorî agahiyên parlameneterê berê yên başûrê Kurdistanê Soran Omer, metirsiya jehrîkirina çalakvanên Behdînanê heye ku niha li girtîgehên PDK’ê de ne

Parlamenterê berê yê başûrê Kurdistanê Soran Omer ji ajansa ANF’ê re ragihand ku li ser jiyana çalakvanên Behdînanê ku niha li girtîgehê de ne metirsî hene û wiha got: “Li gorî agahiyên ji çavkaniyên taybet ve hatine bidestxistin hewl tê dayîn ku bi rêya ava vexwarinê cûreyek jehrê bidin wan çalakvanan ku piştî ji girtîgehê bên berdan bi demekê jiyana xwe ji dest bidin.”

Soran Omer di heman demê de da zanîn ku erkê hemûyan e ku ji bo tendirustiya jiyana çalakvanan û azadiya wan zextê zêde bikin û ev tişt anî ziman: “Ez ê ji aliyê xwe ve di derbarê ew hewldanên metirsîdar yên ji bo terorkirina çalakvan û rojnamevanên Behdînan yên ceza li wan hatinî birîn û yên hê jî nehatî birîn de, hemû navendên çavdêriya mafê mirov yên derve agahdar bikim.”

Omer diyar kir ku dîroka reş a jehrîkirina neyarên siyasî li Herêma Kurdistanê dozekî metirsîdar a bêdeng û terorekî hêdî ye ku çendîn kes bi wê rêyî ji holê hatine rakirin!

Hacî Heyder li Hewlêrê hat jehrîkirin

Beriya niha ANF’ê ew agahî belavkiribû ku welatiyek bi navê Hacî Heyder Dêrhinî yê Wargeha Penabera a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) piştî 54 rojan li girtîgeha asayîşa PDK’ê ya li Hewlêrê hatibû berdan, lê piştî berdana wî bi hefteyekê jiyana xwe ji dest da. Li gorî lêkolînên bijîşkî û otopsiyê derket ku ew welatî berê li girtîgehê hatibû jehrîkirin û piştre hatibû berdan, lê ji ber bandora jehrê piştî hefteyek li ser berdana wê re derbas bû jiyana xwe ji dest da.

Metîn li Girtîgehê bi şêwazekî bi guman jiyana xwe ji dest da

Welatiyekî din ê wargeha Mexmûrê bi navê Metîn Adogît ku roja 07.10.2020’an li Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê hatibû destgîrkirin piştî nêzî 3 rojan li girtîgehê bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest dabû, lê asayîşa PDK’ê ev bûyer vedişart û piştî 2 meh li ser mirina wî derbas bibû ji malbate Metîn Adogît re agahî didin û dibêjin ‘Metîn ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye’.

PDK Omer Bartan radestî Tirkiyeyê kir

Di berdewamiya planên PDK’ê yên ji bo tunekirina azadîxwazan û radestkirina wan ji dagirkeran de hefteya borî sûcekî din ê PDK’ê aşkera bû ku li gorî wê PDK’ê penaberekî siyasî yê bakurê Kurdistanê bi navê Omer Bartan ku beriya niha ji ber desthilata Tirkiyeyê revî bû û hatibû Başûr, roja 3’ê Tîrmeha 2019’an ji aliyê PDK’ê ve li Hewlêrê hatibû binçavkirin, piştî 19 meh girtina wî ya li Hewlêrê bêyî ku rê bidin Bartan bi derve re têkilî deyne, roja 28’ê Mijdara 2020’an dest û çavê wî girtin û li deriyê sînor a Îbrahîm Xelîl radestê dewleta tirk hate kirin.

Asayîşê got ku Barzan li gel me ye lê piştre bi awayekî mirî hat dîtin

Roja 10’ê Cotmeha 2020’an welatiyek ji mala xwe derdikeve û piştî saetekê telefona wî tê vemirandin, wê demê asayîşê gotibû ku wan ew binçav kiriye. Piştî 3 mehan cenazeyê wî hate dîtin û asayîşê jî got, ‘Ew poşman bûne û red dikin ku li cem wan bûye’.

Xizmên qurbanî dibêjin, ew amade nînin ku cenazeyê kurê xwe veşêrin heya ku bersivek zelal ji aliyê hikûmetê ve ji wan re neyê dayîn bê ka çima hatiye gulebarankirin û piştre jî xistine nav bîra petrolê.

Xizmên wî ku ji ajansa Rojnewsê re axivîbûn gotin ku ew xwestine li dîmenên kamerayên çavdêriyê yên di bin kontrola asayîşa Hewlêrê de ne temaşe bikin, lê rê nadin wan. Her wiha ji bo peydakirina kesê ku cara dawî bi qurbanî re peywendî çêkiriye şîrketa Korek û asayîş alîkariyê nadin wan.

Bavê qurbanî Enwer Pîr Dawûd ji Rojnews re wiha ragihandibû: “Destpêkê asayîşê ji me re got ku ji aliyê wan we hatiye binçavkirin lê piştre poşman bûne û redkirine ku li cem wan e.”

Li Hewlêrê pêşwazîkirina serçeteyê bi navê Nasir Herîrî

Ew teror û tunekirina ku PDK li hemberî azadîxwazan pêk tîne di demekê de ku Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî li Hewlêr pêşwaziya serokê koalîsyona Sûriyeyê û serçete Nasir Herîrî kir. Herîrî berpirsê yekem ji dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê ye ku bi dewleta tirk re ew pêkanîn. HEWLÊR 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar