Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta di salvegera 10’an a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an de ji Çira TV re axivî. Nirxandina Sozdar Avesta ya li ser mijarê bi vî rengî ye: “Salvegera 10’an a fermana 74’an e ku 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê li hemberî civaka me ya êzidî hate kirin. Beriya her tiştî hêzên komkujer ên tev li vê fermanê bûn û hêzên noker ên tiliya wan di vê fermanê de heye bi tundî şermezar dikin. Cangoriyên fermanê bi rêzdarî bi bîr tînim. Berxwedêrên ku di roja destpêkê ya fermanê de ji bo pêşîgirtina fermanê bi hawara xelkê êzidî ve beziyan, di şexsê heval Dilşêr Herekol, Egîd Civyan, Nûjiyan Sêrt, heval Nêrgiz, Dilgeş Rojhilat, Evîn Dêrik, Genco Hewlêr, her wiha Mam Zekî Şengalî, heval Beşîr, heval Saîd, heval Berxwedan, Zerdeşt, Azad û fermandarê Şengalê Dijwar Feqîr de hemû şehîdên azadiyê û şehîdên Êzidxanê bi minet bi bîr tînim, bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Bi vê wesîleyê berxwedana Rêber Apo silav dikim. Fedaiyên Apoyî ên li ser bingeha fikrê Rêber Apo de têdikoşin nehiştin fermana 74’an bigihêje armanca xwe.
Ev ferman di demeke çawa de pêk hat, kîjan hêz tev li vê fermanê bûn, armanc çi bû, armanca xwe çiqasî pêk anîn? Bêguman 10 sal in ji gelek aliyan ve hate nirxandin. Lê belê hîn hin tiştên wê hene ku di tarîtiyê de mane. Em di wê baweriyê de ne ku berxwedana bi rûmet a gelê me wê aliyên tarî jî ronî bike û hesab ji van hêzên komkujer bipirse. Bi vê wesîleyê têkoşîna xelkê me yê êzidî hîn jî dewam dike ku li gel bêderfetiyan jî xwe ji tinebûnê afirand û dest ji bawerî û berxwedana xwe berneda. Di serî de dayikên şehîdan, jinên berxwedêr, hêzên ku di her demê de bi rola xwe rabûn YBŞ, YJŞ, Asayîşa Êzidxanê û hemû gelê me bi dil û can silav dikim, hurmeta xwe pêşkêş dikim. Têkoşîna wan ji dil û can pîroz dikim. Nehiştin ku ev ferman bigihêje armanca xwe.
Beriya ku Mûsil bikeve destê çeteyên DAIŞ’ê di 1’ê Hezîrana 2014’an de li paytexta Urdun Ammanê hêzên ku DAIŞ ava kirin, civînek lidar xistin. Di vê civînê de Siûdî, Qatar, dewleta tirk a faşîst û malbata Barzanî-PDK ên xayin tev li bûn. Li gorî biryarên li Ammanê hatin wergirtin xeta Şengal-Mûsilê, her wiha beşeke mezin a Dêrik û Qamişloyê wê radestî DAIŞ’ê bihata kirin. Ev biryar bi rengekî fermî di nava xwe de nîqaş kirin û biryar li ser dan. Raya giştî bi vê yekê zane. Di bihara 2014’an de malbata Barzanî li ser sînorê ku dagirkeran di navbera Rojava û Başûr de çêkirine xendek kola. Ev yek destpêka plana Ammanê bû. Xwestin civaka êzidî qir bike. Ji aliyekî ve xwest xelkê êzidî bixe bin kontrola xwe û baweriya wan tine bike, li aliyê din jî xwest ku Şoreşa Rojava ku hîn nû bû bifetisîne. Ev yek armanca wan a bingehîn bû. Yên ku xiyanet li vî gelî kirin 10 sal in xiyaneta xwe dewam dikin. Em zanin, piştî ku dîktatoriya Saddam di sala 2003’yan de li Iraqê hate hilweşandin, firsenda civaka êzidî hebû ku azad bibe.
Civaka êzidî li benda wê rojê bûn ku li ser xaka xwe bi rengekî azad bijî. Di sala 2004’an de bi pêşengiya hevalê Seyîd Hesen ku fikrê Rêber Apo ji xwe re kir esas, xwe bi rêxistin kir. Heta sala 2014’an malbata Barzanî berpirsyariya Şengalê xistibû destê xwest, li wê xetê destûr neda ku civaka êzidî xwe bi rêxistin bike. Di dema malbata Barzanî de 2 ferman bi serê civaka êzidî de hatin. Hem fermana sala 2007’an hem jî fermana sala 2014’an. Destûr nedan ku civaka êzidî xwe bi rêxistin bike, hêza xwe ya parastinê ava bike û li gorî xwe bijî. Ji ber vê yekê jî her roj endamên vê tevgerê girtin, astengî danî pêşiya wan, nehiştin belavokan belav bikin, li pêşiya zanekirina gel bûn asteng. Her wiha dema ku metirsiya li ser Şengalê zêde bû, tevgera me xwest dest lê werde û pêşî li metirsiyê bigire. Ji bo vê jî bi pêşengiya gerîla Dilşêr Herekol komek ji gerîla şand Şengalê. Ev yek demeke kurt beriya fermanê pêk hat û beşek ji van hevalan hatin girtin, ew xistin zindanê. Di 3’ê Tebaxê de dema ku êrişên DAIŞ’ê destpê kirin, PDK’ê gel di nava lepên çeteyan de hişt û reviya. Çekên gel kom kirin, li pêşiya gel bûn asteng û bi rengekî bê rûmet reviyan.
PDK vê siyaseta xwe hîn jî dewam dike. Dewleta Iraqê û malbata Barzanî civaka êzidî neparastin. Di ser fermanê re 10 sal derbas bûn û di nava van 10 salan de her roj êriş dewam kirin. Ev yek tê zanîn. Ji roja destpêkê ve ferman dewam kirin. Ferman hîn jî dewam dike. Di êrişên li ser Xanesorê de şehadet çêbûn, her wiha her roj dewleta tirk bi balafiran û sûîqestan êriş kir. Ji bo civaka êzidî ji xaka wan koçber bike êriş hatin kirin û hîn jî dewam dikin. Ji bo pêşîgirtina li van hemûyan bêguman berxwedanê jî dewam kir. Ji şehîdên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê hatin dayin bêhtir li hemberî êrişên dewleta tirk a faşîst û xiyaneta malbata Barzanî şehîd hatin dayin. Lehengên mîna Seyîd, Dijwar, Zerdeşt, Berxwedan, Azad, Dildar, Hayrî, Berîvan û Arîn ên Êzidxanê ji ber ku li ber xiyanetê rabûn, bûn hedef. Ji ber ku xiyanetkaran rola van hevalan baş tespît kiribûn. Bi vê wesîleyê dixwazim li ser kar û keda van hevalan hinekî bisekinim.
Hevalê Seyîd di dema fermanê de dest ji çiyayê Şengalê berneda. Bi malbata xwe, eşîra xwe, derdora xwe derbasî çiyayên Şengalê bû, got ‘her kes vê derê biterikîne jî bi hêza ji Rêber Apo wergirtî ez ê li ber xwe bidim û neçim’. Bi taybetî gelek endamên eşîrên wê demê, malbata heval Dijwar Feqîr pêşmergeyê PDK’ê bûn. Ji hevalê Dijwar dixwestin ji Şengalê derkeve, lê belê hevalê Dijwar got ‘heta nefesa xwe ya dawî ez ê li gel şervanên azadiyê bim’. Temamiya eşîrên li çiyayê Şengalê man û gelê me bi roleke dîrokî rabûn. Weke tevgera azadiyê me bi vê zanîbûn û eger ji Şengalê biçûna wê careke din nikarîbûna lê vegerin. Malbata Barzanî ji bo valakirina Şengalê her tişt kir. Bi taybetî di mehên destpêkê de korîdora navbera Rojava û Şengalê ku bi dehan kes şehîd bûn, ji aliyê PDK’ê ve ahte girtin, ji bo gel xaka xwe biterikîne Şengal dorpêç kirin.
Wê demê yên li Şengalê man bi biryardarî bi pêşengiya Seyîd û Dijwaran gotin, ‘Pêwîst bike em ê axê bixwin, em ê birçî bimînin, lê dest ji Şengalê bernedin’. Niha em baştir fêhm dikin bê ew biryar çiqasî di cih de bû. Cîhanê ev yek dît, xelkê êzidî ev yek dît. Di demeke bi vî rengî de wergirtina vê biryarê bû bingeha gelek tiştan. Divê gelê me vê baş fêhm bike û kes nekeve xefikan. Divê bê dîtin bê têkoşîna niha tê kirin li ser kîjan bingehê pêk hat. Mînak, ev heval ji ber ku serî li ber malbata Barzanî netewandin bûn hedef. Yek ji wan jî hevalê Seyîd bû. Malbata Barzanî di meha 12’emîn de bi konvoyekê şov kir û berê xwe da çiyayê Şengalê. Hevalê Seyîd derket hemberî wan û got, ‘Tu bi kîjan rûyî tê vê derê, şeref, rûmeta me hîn jî li binê piyan e, tu bû sedema vê. Tu bi kîjan rûyî hat’. Her kesî zanîbû ku hevalê Seyîd ji ber vê sekna xwe ya bi rûmet wê bibûya hedefa wan. Heta ku hevalê Seyîd qetil bikin bi dehan plan kirin. Ji ber ku van hevalan ferman rawestandin.
Di encama berxwedan û têkoşîna 10 salan de hem Şengal hem jî derdora wê hate rizgarkirin, hêzên parastina gel ava bû. Van hêzan YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê di nava 10 salan de bi îradeyeke mezin li ber xwe dan. Bêguman yên ku ew gihandin vê îrade, hêz û rêxistiniyê şervanên azadiyê yên mîna Dilşêr û Egîd bûn ku ji çiyayên Kurdistanê hatin. Bi saya fedaiyên YJA Star, HPG, YPG û YPJ’ê gihîştin vê astê. Wê demê ji 4 baskan destwerdan kirin. Dewletên navneteweyî dibe ku ji ber berjewendiyên xwe vê yekê nînin ziman, lê belê her kesî dîtin. Serokwezîrê Iraqê yê wê demê Haydar Abadî tevgera azadiyê pîroz kir. Gelê me yê hêja û bi rûmet, tevî ku 10 sal di ser re derbas bûn hîn jî birînên Şengalê nehatiye pêçandin, jin, zarok, ciwan bi hezaran kes hîn jî aqûbeta wan nediyar e. Ji bo hilanîna tola wan bêguman wezîfeyeke mezin dikeve ser milê her beşa civakê. Rêveberiya xweser bi perpektîfa neteweya demokratîk 10 sal in li gel bêderfetiyan jî li Şengalê civakê bi rê ve dibe. Şengalê diparêze, siyasetê dike, pêwîstiyan bi cih tîne, têdikoşe.
Çend roj berê karekî gelekî hêja hate kirin. Li Bexdayê Konferansa Jinên Iraqê ya sêyemîn hate lidarxistin. Di heman demê de li Şengalê atolyeya azadî û edaletê hate lidarxistin. Gelê me dema mexdûriyetê derbas kir. Êdî dikare xwe bi rê ve bibe, hesap bipirse. Demekê ji ber hêzên dagirker êşên giran kişand, lê belê êdî dema hesap pirsînê ye. Yanî bersiva herî hêja ya ku di vê demê de ji fermanê re bê dayin, tolhildana şehîdan, misogerkirina rêveberiya xweser e. Civaka me vê yekê êdî gelekî baş dibîne, zane eger xwe bi rê ve nebe, nikaribe xwe biparêze wê kes jê re nebe alîkar. Ji ber vê jî xwedîderketina li rêveberiya xweser û meşandina têkoşînê li hemû qadan gelekî girîng e. Ji bo careke din ferman rû nede ev yek girîng e.
Bi vê wesîleyê em careke din bang li dewleta Iraqê dikin; Iraq welatekî dewlemend e. Hemû civak, bawerî, çand di nav de ne. Ji ber vê jî bêparastin, bêîrade, bênasnamehiştina xelkê êzidî ji bo Iraqê serketin nîne, berevajî vê yekê şikandina rûmetê ye. Hin biryarên ku bi şantajên dewleta tirk û malbata Barzanî hatin wergirtin li berjewendiyên Iraqê nayên. Civaka êzidî zerar nedaye dewleta Iraqê, zerarê nade. Tevî hemû êrişan jî li ser xaka xwe man, êrişî kesî nekirin, êriş nakin jî. Divê Iraq serî li ber şantajên malbata Barzanî netewîne, bi taybetî jî nekeve xefika dewleta tirk. Qetilkirina civakeke bi vî rengî ji bo dewleta Iraqê şerm û bêrûmetî ye. Tişta divê bê kirin, naskirina statuya Şengalê ji aliyê dewleta Iraqê ve ye. Ji aliyê destûra bingehîn ve dikarin vê bikin. Mînaka vê jî Başûrê Kurdistanê ye.
Divê ti kes civaka êzidî di navbera Iraq û malbata Barzanî de neke mijara bazarê. Di pêvajoya dawî de lîstokên nû tên lîstin. Em ne biyaniyê van lîstokan e. Demekê li Ermenistan û Elmanyayê di dehan sal nîqaşa gelo êzidî Kurd in yan na, hate kirin. Dixwazin heman tiştê li Iraqê jî pêş bixin. Rojeva civaka êzidî ne ev e. Hikûmeta Iraqê divê Peymana xwe ya 9’ê Cotmehê tune bike, nexe meriyetê, vê yekê red bike û bi rayedarên êzidî yên li Şengalê re peymaneke hevpar çêbike. Eger nêzîkatiyek wiha çêbibe, wê ev bibe daxwaza lêborîna wan a pêk neanîna wezîfeyên xwe yên di fermanê de. Rêya dayîna deynên xwe yên ji bo Şengalê, naskirina statuya Şengalê û bi vê civakê re pêkanîna aştiya demokratîk e. Rojeveke hem gelê me yê li Şengalê hem jî gelê me yê li dervey welêt heye. Di serî de gelê me yê êzidî, bila ti kes xwe nexapîne; nebêje, ferman bi dawî bû, salek li ser derbas bû. Em niha lîstokên tên lîstîn, dibînin.
Li Başûr çeteyên DAIŞ’ê bi cih dikin. Bi pêşengiya malbata Barzanî çeteyên DAIŞ’ê li Berwarî Bara hatine bicihkirin, Başûr niha di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye. Li dijî vê yekê berxwedaneke mezin heye. Talûkeya qirkirinê hîna didome. Lewma gelê me divê vê baş bibîne. Divê li aliyekî têkoşîna xwe mezin bike, li aliyê din jî xweparastinê xurt bike. Jin 10 sal in li kolanan e. Hem pêşengiyê ji berxwedana mezin re dikin, hem jî li pey şopa Bêrîvan û Nazêyan têdikoşin. Hem jî tevî ku di evqas fermanan re derbas bûne, serî li ber zilmê natewînin. Di heman demê de ji hemû gelên bindest re bûn hêvî. Êdî dikarin xwe ji tunebûnê ava bikin. Dayikan, jinan li vir pêşengî kirin. Li ser esasê fikrên Rêber Apo xwe rêxistin kirin, tama azadiyê wergirtin. Dibêjin eger berê em xwedî van fikran ban, ev tişt nediqewimîn. Li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo, nîqaşên pir girîng tên kirin.
Di nava civakê de tovên nîfakê çandibûn, mirovan ji destê hev xwarin jî nedixwarin. Lê niha jinên êzidî, Ereb, tirkmen, Suryanî û Iraqî mil bi mil têdikoşin. Ev yek bi saya fikrên Rêber Apo ye ku xeta azadiya jinê pêş xist. Îro jî jinên Şengalî pêşengiyê ji vê têkoşînê re dikin, berxwedanê mezin dikin. Ev pir girîng e. Ciwanên Êzidxan li ser xeta Bêrîvan û Nazêyan têkoşînê mezin dikin. Ez bawer dikim ku ev ciwan wê ji vê pêvajoyê re jî pêşengiyê bikin. Di şehîdgeha li Şengalê de, ji gelek baweriyan şehîd hene. Ji gelê me yê Elewî, gelê Ereb, Enternasyonalan û parêzvanên cewhera Kurdîtiyê. Şehadeta kesên ku jiyana xwe li Şengalê dîtine, bingehê Şengala xweser a demokratîk ava kirin. Bi vê wesîleyê ez bang li civaka me ya êzidî ya li dervey welêt dikim; gelê me belavî Ewropa û Emerîkayê bûye, dema we li ser vê civakê xeteriyek dît divê hûn di her warî de xwe rêxistin bikin. Bibin yek. Ji dervey kesên li ser xeta xiyanetê, divê yekîtiya xelkê Şengalê bê avakirin. Divê yekîtî çêbibe, divê bi hêza xwe xwedî li hebûn û xweseriya xwe derbikevin.
Xelkê me yê Şengalê êdî ne mîna çend salan e. Êdî hêza wan heye, bi zane û xwedî hêvî ne. Rê û rêbazên têkoşînê dizanin, dikarin ferq bikin ka kî dost, kî dijmin e. Ev pir girîng e. Em her tim dibêjin; Êşên mezin derketinên mezin bi xwe re tîne. Bila her kes bizane ku ev ferman, fermana dawî ye. Em car din dibêjin; Eger gelê me bi berxwedan û têkoşîna xwe û bi fikrên Rêber Apo yekîtiya xwe ava bike, xweseriya xwe saz bike êdî wê ti hêz nekarin êrîşî wan bikin. Yan jî bila ti kes xwe nexapîne; bila nebêje, me 73 ferman jiyan kirin, em bi fermana 74’an tune nabin. Ev jî heqîqetek e; di vê pêvajoya şerê cîhanê yê 3’yemîn de, modernîteya kapîtalîst û hêzên hegemonîk welatan daqurtînin. Wê Şengaliyan jî ji bo berjewendiyên xwe bikin qurbanî. Çawa ku beriya 10 salan kiriban qurban, wê niha jî bikin. Em di pêvajoyeke welê de dijîn ku; ziman, çand û kesayet weke befra di nava avê de, dihele. Kesekî ku ji kokê xwe hatibe qutkirin, êdî dest bi helînê kiriye. Ji bo ku ferman bi ser nekeve, divê hîn zêdetir xwedî li berxwedan û têkoşînê bê derketin. Ez car din dibêjim; em minetdarê şehîdan, Rêber Apo û gelê xwe yê berxwedêr û yên vegeriyane ser warê xwe ne. Piştî fermanên li ser xelkê êzidî, cara ewilî êzidî vedigerin ser warê xwe. Bi vê wesîleyê ez bang li her kesê bi rûmet, bi haysiyet û dilsozê xaka xwe dikim ku vegerin Êzidxanê.”