Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê hişyarî da ku şewba ebola ya li Komara Kongo ya Demokratîk metirsîdar e û diyar kir ku ji bo dinyayê rewşeke lezgîn nîne!
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê ragihand ku şewba ebolayê ya li Komara Kongo ya Demokratîk ji bo wî welatî metirsî ye, dikare belav bibe, lê belê li qada navneteweyî belav nabe.
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê, tevî ku şewba ebola li Ûgandayê jî belav bûye, diyar kir ku ji bo tenduristiya dinyayê metirsîdar nîne. Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê Tedros Ad Adhanom Ghebreyesus diyar kir ku ji bo belavbûna şewbê bê astengkirin divê tedbîr werin wergirtin. CENEVRE