Ji bajarên ku herî zêde bandor ji erdhejên Mereşê girtin, yek jê jî Semsûr bû. Li gor hejmarên fermî, li Semsûrê zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Li seranserê Semsûrê bi hezaran avahî hilweşiyan û gelek welatî neçarî konan bûn. Li Semsûrê ji aliyekî ve rakirina kavilan û hilweşandina xaniyên xesardîtî berdewam dike û ji aliyê din ve jî pirsgirêkên mexdûrên erdhejê yên di konan de didomin.
Ji mexdûrên erdhejê Fatma Ekman ku li navenda bajêr bi hevjinê xwe û 2 zarokên xwe re di kon de dimîne, qala jiyana xwe ya rojane ya di konan de û pirsgirêkên ku ew bi wan re rû bi rû dimînin kir.
‘Tu kes tune bû’
Ekmanê bi lêv kir ku di erdhejê de xaniyê wan jî hilweşiyaye û wiha qala zehmetiyên roja destpêkê ya erdhejê kişandine kir: “Em derketin derve ku bajar tev xera bûye. Tu kes tune bû. Em 6 roj û 6 şevan li ber baran û sermayê bûn. Em rezîl bûn li derve. Me agir vêxist û em li ber sêla ku me pê nan dipaht rûdiniştin. Xaniyê me jî di erdhejê de xera bû. Merivên me hemû mirin. Bila merivên me nemirina, bila em li çolê bûna jî ne xem bû.”
‘Semsûr tev xirab bû’
Ekmanê diyar kir ku zêdetirî 2 mehan e ew di kon de ne, lê tevî ew qas pirsgirêkan jî tu çareyek ji wan re nehatiye dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Baran dibare konê me tijî av dibe. Ev der tev dibe herî. Di kon de jî me tu alîkarî nedît. Cihê daşir û serşokê tune ye. Xaniyên me tune ne. Cejn hat kincê zarokan tune ne. Lê ji bilî mayina di kon de tu çareya me tune ye. Semsûr tev xirab bû.”
‘Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me’
Ekmanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xemsariya dewletê ya di dema erdhejê û piştî erdhêjê de jî û axaftina xwe wiha qedand: “Di roja xirab de pedivî bi alîkariyê heye, ne di roja xweş de. Riha, Amed û gelê bajarên herêmê alîkarî kirin. Dewlet nehat alîkariya me. Bila ji bo hilbijartinê neyên ber deriyê me. Merivên me çend rojan di bin kavilan de man, tu alîkarî nehat. Me bi xwe cenazeyên xwe derxistin. Keça xaltiya min di bin kavilan de bû, dewlet nehat alîkariyê, me bi xwe ew derxist.”