Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Mexdûrê çekên qedexekirî Mihemed xwest ku Tirkiye bê darizandin

Zarokê bi navê Mihemed Hemîd ku di sala 2019’an de li Serêkaniyê bi çekên qedexekirî yên dewleta tirk hatibû birîndarkirin û qaşo şîrovekar Erem Şenturk ew weke zarokekê filistînî nîşan dabû, diyar kir ku daxwaza wî ew e ku ji dewleta tirk hesab bê pirsîn.

Dewleta tirk di sala 2019’an de di çarçoveya êrîşên xwe yên li dijî Serêkaniyê û Grê Spî de bi çeka qedexekirî fosfora spî êrîşî Serêkaniyê kiribû. Di encama vê êrîşê de zarokê bi navê Mihemed Hemîd (15) bi giranî birîndar bûbû û laşê wî bi tevahî şewitîbû. Piştî 4 salan hê jî êşa Hemîd zindî ye û qêrînên wî yên dema birîndariya wî ji bîra wî û mirovan naçin.

Hemîd ku piştî dagirkirina Serêkaniyê bi malbata xwe re li Wargeha Koçberên Serêkaniyê ya Hesekê bi cih bû û hê jî li vir jiyana xwe didomîne, beriya 3 rojan ji aliyê qaşo rojnamegerek tirk Erem Şenturk ve ku weke qelemşorê AKP’ê kar dike ve hat berovajîkirin. Şenturk, li ser hesabê xwe yê X’ê mexdûrê êrîşa Tirkiyeyê Hemdî weke zarokekê filistînî yê mexdûrê êrîşên Îsraîlê nîşan da. Li ser ber bertekên ku jê re hatin nîşandan Şenturk parvekirina xwe jê bir.

Hemîd û bavê xwe Hemîd Mihemed têkildarî sûcê li dijî wan hatiye kirin ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîn. Hemîd û bavê xwe diyar kirin ku heta niha li ser asta navneteweyî ji ber sûcê li dijî wî hatiye kirin hesab ji dewleta tirk nehatiye pirsîn. Hat zanîn ku Hemîd der barê sûcê hatiye kirin de serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) daye.

Mihemed Hemîd destnîşan kir ku heta niha jî dema ku li birînên xwe dinêre êşa wî tê bîra wî û got: “Ew qêrîn û êş di hişê min de ne. Daxwaza min ew e ku hesab ji Tirkiyeyê bê pirsîn. Ez ji NY’yê dixwazim ku bersiv bide dozên ku me li dijî Tirkiyeyê vekirine.”

Bavê Hemîd, Hemîd Mihemed jî wiha behsa hûrguliyên roja bûyerê kir: “Wê rojê Mihemed li pêşiya malê bû û me xwe hazir dikir ji bo ku ji bajêr derkevin. Lê me tenê dengê topbaranê bihîst û Mihemed li erdê dirêj kirîbû. Bi lez min ew rakir bajarê Til Temirê. Dûre me Mihemed derbasî başûrê Kurdistanê kir û piştre ji bo dermankirinê ew birin Fransayê. Wê demê em piştrast bûn ku Mihemed bi fosfora spî hatiye hedefgirtin.”

Mihemed der barê serlêdana ku li dijî dewleta tirk li NY’yê kirine de jî ev agahî dan: “Beriya salekê me li cem NYêyê doz li dijî Tirkiyeyê vekir. Lê heta niha tu bersiv nehatiye. Her tim em, dozên me li dijî Tirkiyeyê vekirine, dişopînin, lê bersiv tune ye. 4 sal in em koçber bûne. Lê hê jî êrîş li dijî herêmên me berdewam in. Em bang li NY’yê dikin ku van êrîşan rawestîne û em vegerin warên xwe. Her wiha hesabê ji dewleta tirk û çeteyên wê bipirse.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar