Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Mexdûrên KHK’ê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin

Cemal Yildirim, Muhammet Semîh Karaoglû yên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin û Resûl Kalyoncû yê ne îxrackirî jî piştevaniyê da wan û bi daxwaza ‘maf û edaletê’ tevî astengiyan hemû jî ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve derketin rê. Beriya meşê li navçeya Kadikoya Stenbolê daxuyanî dan. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yê hatibû îxrackirin û parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû jî piştevanî dan van karmendên îxrackirî.

Cemal Yildirim diyar kir ku ew çar sal in li edaletê digerin û wiha got: “KHK di heman demê de qikirina li dijî me ye. Qirkirina wan didome lê em ê teslîmî wan nebin.”

Resûl Kalyoncû yê piştevaniyê da wan jî diyar kir ku li dijî pergala faşîst dem dema yekitî û têkoşîna bi hev re ye.

Muhammet Semîh Karaoglû jî da zanîn ku daxwaza wan tenê ne ji bo wan di heman demê de ew vê daxwaza xwe ya edalet û maf ji bo hemû civakê dixwazin.

Ji bo berxwedanê

Parlamenter Gergerlîoglû jî bal kişand ser girîngî û wateya meşê û ew ji bo li ber xwe bidin li vir in û ew li cem van meşvanan cih digirin.

Parlamenter Pîroglû jî anî ziman ku lêgerîna edaletê lêgerînek ji bo her kesê li dijî îktîdarê ye.

Piştî axaftinan her sê kes ji Stenbolê ber bi Enqereyê ve dest bi meşê kirin. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar