Ev şeş meh e li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê dorpêçek pir kirêt tê meşandin. Bi destê PDK’ê tê xwestin ev wargeha ku bûye sembola welatparêziyê bê belavkirin. Ji destpê ve PDK bi hevkariya dewleta tirk ve dixwaze vî gelê ji ber zilm û zordariya dewleta tirk koç kiriye belav bikin û nehêlin bibin yek, ango bibin xwedî îrade ku li mafê xwe bigerin.
Li bajarê Hewlêrê di roja 17’ê Tîrmeha 2019’an de li dijî endamekî MÎT’ê çalakiyek çakdarî pêk hat. Ev çalakiya ku rû da eleqeya wê bi Wargega Mexmûrê re nebû lê ev çalakî bû sedem li ser wargeha ku bi hezaran şêniyên wê hene ambargo bê meşandin.
Wargeha ku bi hezaran şêniyên wê hene ji ambargoya ku li ser tê ferzkirin di pêvajoyek pir giran re derbas dibe. Di van şeş mehên derbasbûyî de gelek zor û zehmetiyên ku hatine jiyankirin li jiyana wargehê bandorek neyînî dide avakirin.
Nexweş nikarin biçim nexweşxaneyê. Ji ber malbat nikarin zarokên xwe ango nexweşên xwe bin doxtor di nava van şeş mehan de herî kêm sê zarok jiyana xwe ji dest daye. Ji ber ambargoya li ser wargehê tê ferzkirin, şert û mercên jiyanê her diçe xirabtir dibe. Ev jî pêşi li nexweliyên cûda vedike. Ji nihan ve ji ber nexweşiyên peydabûne jiyana gelek welatiyan di bin metirsiyê de ye. Ji ber ambargoyê derman jî nayên peydakirin. Lewma di wargehê de bijîşk bi derfetên xwe yê kêm hewl didin pêşî li nexweşiyan bigşrin.
Xwendevan nikarin bixwînin. Gelek ciwanên wargehê piştî xwendina amadeyî li wargehê diqedînin û şûn ve ji bo xwendina zanîngehê derbasî bajaren başurê Kurdistanê dibin. Lê ji ber rewşa ambargoya li ser wargehê tê meşandin xwendevanên diçûn zanîngehê îsal nikarîbûne xwendina xwe bidomînin.
Karker nikarin biçin ser kar. Bêgûman şêniyên wargehê ji bo debara xwe bikin li bajar û navçeyên derdora wargehê karên cûda dikirin. Karkerên bi giranî di înşaata de dixebitîn êdî nikarin biçim ser karê xwe. Ev jî bi xwe re zehmetiyên jiyanê derdixe holê. Bêgûman derdê karkera ne kar tenê ye, derdê wan ê sereke debara malbata wan e. Ji ber êdî nikarin ji wargehê derkevin niha di nav zehmetiyek pir mezin de ne.
Têkoşîna dayikan
Piştî bi hevkariya dewleta tirk û PDK’ê ve li ser Mexmûrê ambargo hat destpêkirin û şûn ve, komek dayikên şêniyên wargehê ji bo balê bikişînin ser vê ambargoya derveyî zagonên navnetewî xwestin li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) çalakiya rûniştine lidar bixin. Lê ji ber derketina ji wargehê qedexe ye ev dayik nikarin biçin Hewler. Ev dayikên xwedî bîr û baweriyek pir mezin li pêşiya seytereya (nizamiye) PDK’ê dest bi çalakiya xwe kirin. Bêgûman ji bo dengê xwe bigihînin cîhanê ev çalakî bi nirx û wate bû.
NY bêdeng e
Statûya Wargeha Mexmûrê ji hêla NY’ê ve wek wargeha penaberen siyasî hatiye destnîşankirin. Lewma ji roja ev wargeh hatiye avakirin heya roja me ya îro ev wargeh dibin parastina NY’ê de ye. Lê her çiqas li ser qaxizê ev wisa be jî di pratîka reel de NY tu carî xwedî li vê wargehê û şêniyên wê derneketiye. Ev jî di mijara kurd de dûrutiya hêzên navneteweyî radixe ber çavan. Ger di rastiyê de NY xwedî li erka xwe derkeve wê ne dewleta tirk ne jî PDK bikaribe wisa kiret nêzî vî gelî bibin. Lê mina her carê dema mijar dibe kurd hemû zagon ango peymanên navneteweyî bêwate dibin.
Di vir de ya girîng ew e ku em bi xwe xwedî li hev derkevin. Di vê mijarê de şêniyên Wargeha Mexmûrê her tim bi baldarî pêşveçûn û bûyerên li Kurdistanê diqewimin şopandiye û li hember êrîşên li ser gelê kurd tên meşandin bûye xwedî helwest. Lewma pêwîst e gelê kurd jî di çarçoveya pêşxistina yekitiya gelê kurd de bikaribin dengê xwe tev li dengê şêniyên Wargeha Mexmûrê bikin û ev ambargoya derveyî nirxen mirovahiyê bi dengekî bilind şermezar bikin.