Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Mexmûr; êrîş û qetlîam!

Dîsa Mexmûr û dîsa êrîşên nemerd ku di encamê de 3 jinên kurd şehîd bûn! Mexmûr weke wergeheke penaberên welatiyên bakurê Kurdistanê ku salên 90’î ji ber zilman dewleta tirk a dagirker koçber bûyî û bi rêwîtiya xwe ya israra di azadiyê de cihê xwe di rûpelên dîrokê de bi tîpên zêrîn xêz kiriye.

Gelek kesî têkoşîna vî gelî qal kiriye, nivîsandiye û dema navê Mexmûrê tê bihîstin, serûwena serpêhatiya bi êş û berxwedanê tije tê bîra mirov. Ji bo wê zêde qala vê mijarê nakim. Bi taybet ji tîrmeha 2019’an û vir ve zext û pêkanînên der-mirovî û wijdanî li ser vî gelî hê kûrtir bûne. Ambargoyeke ku 9 meh e bi fîzîkî, aborî, derûnî, siyasî, mirovî, tenduristiyê û ji her aliyê qadên jiyanê ve li ser hatiye danîn. Armanca vê ambargoyê ew e ku gel ceza bike!

Li ser vê re jî şewba Korona (Covîd-19) a li serê hemû dinê bûye bela, jiyana vî gelî tengijandiye û gotin di cih de be, bi dewle serê rêveberiya başûrê Kurdistanê hew maye nefes lê biçike. Ligel ku diviya bû rêveberiya başûrê Kurdistanê alîkarî bikira, lê nekir; Xelkê Mexmûrê ji bo muhtacî ber destê dijmin û neyaran nebe, hewl da bi çandinî û sewalkariyê debara xwe bike. Ji bo wê li derdorê wargehê ji bo sewal û çandiyê gov çêkirin û dest bi karê çandiniyê kirin.

Dewleta tirk a dagirker û hevkarên wê dîtin ku çi bikin bila bikin, ev gel teslîm nabe û di berxwedana xwe de israr dike; kete nava liv û tevgerên din ên qirêj. Dem hat rê ji DAIŞ’ê re vekir û da êrîşkirin, dem hat bi xwe welatiyên wargehê girtin û îşkence kirin. Dem hat ji bo qir bike ambargoyeke giran li ser danî. Lê tevî vê jî nekarî bigihije armanca xwe.

Dewleta tirk a bi van kiryarên xwe yên der-mirovane nekarî bigihije mebesta xwe, rûyê xwe yê reş weke her carê derxist holê. Li Zînî Wertê ya Qendîlê û li Mexmûrê bi nemerdane êrîş kir. Di vê dema ku tevahiya cihanê û li welat li hemberî şewba Covîd-19 têkoşînê tê dayîn, dewleta tirk a dagirker êrîşên xwe yên li dijî gelê kurd nedan sekinandin û domandin. Hem li Zînî Wertê û hem jî li Mexmûrê êrîş pêk hatin.

Îdia dike ku li Mexmûrê li navendên gerîlayên PKK’ê dane. Lê dîsa derket ku sivîlên bê guneh kirine hedef û qetil kirine. Sê jinên ku ji bêriyê dihatin bûn hedefa balafirên keşfê yên bê mirov ên biçek (SÎHA) yên dagirkeran.

Di rewşeke wiha de ku ewqas jiyan li welatiyên Mexmûrê hatî tengijandin de êrîşên bi vî rengî, tên wateya qirkirinê, ne tiştkî dine. Lê mixabin hê jî ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ne jî rayedarekî wan deng ji wan derneketiye. Hikûmeta Iraqê û şandeya lêkolînê ya hikûmeta Iraqê ya cihê bûyerê lêkolîn kir, tenê bi daxuyaniya Mexmûr hatiye bombekirin û sivîl hatine qetilkirin re sînordar ma û da diyarkirin ku divê rêz ji serweriya axa Iraqê re bêgirtin.

Lê ez dixwazim li vir vê pirsê bikim, gelo ev firoke ji kû radibin? Ji bo êrîşeke wiha agahî dane wan an ne? Dîsa ger ku sivîl nehatiba qetilkirin wê daxuyaniyên wiha bihata dayîn an ne? Ji ber ku rojane ev balafir radibin û herêma Kurdistanê û dîsa ne cara yekem ku Mexmûr tê bombekirin û sivîl tên qetilkirin.

Em bibîr bixin ku 19’ê Tîrmeha 2019’an di saet 00:10’an jî bombe li heman herêma ku di êrîşê de 3 jin şehîd bibûn, hatibû barandin du sivîl birîndar bûbûn.

13’ê Kanûna 2018’an jî li heman herêmê bombe dîsa li sivîlan hatibû barandin û sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bibûn.

Dîsa bi heman awayî 6’ê Kanûna 2017’an jî balafiran Mexmûr bombe kiribûn û 5 sivîl şehîd bûbûm!

Yanî dema mirov lê dinêre, dibîne ku di êrîşan de tim sivîl bûne hedef û balafiran jî sînorên herêma Kurdistan û serweriya xaka Iraqê derbas kirine. Divê li ser vê rewşê helwestên cidî bên nîşandan û rê neyêdayîn ku êrîşên wiha bên kirin.

Her wiha yek ji xisûsa din a bînim ziman ew e ku di van êrîşan de tim jin hatine hedefkirin. Di êrîşa kanûna 2018’an de 4 jin û di êrîşa 15’ê nîsanê de jî 3 jin hatin hedefkirin. Ev jî nîşan dide ku jin rast e rast tên hedefkirin û qetilkirin. Dîsa ji bo me tevan nîşan dide ku hêza jinê ew xistiye nava tirs û xofê. Ji bo wê tim dikin hedef.

Bi hêviya ku di demek berî demekê rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li xwe vegere û di serî de dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta dagirker a tirk re bîne û ambargoya li ser penaberên Mexmûrê bi dawî bike. Ji ber ku vê neke, wê di şaştiyên xwe yên heyî de bidome û ev yek jî ne ji aliyê gelê Başûr ve dê bê qebûlkirin û ne jî tevahiya gelê kurd. Hesab û barê kiryarên wiha giran e!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar