Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Mexmûrî bi coşa 4’ê Nîsanê silav dan Rojê

Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya du roj beriya niha li Mexmûrê hatibû destpêkirin, îro weke fînal dom dike

Pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat bi çalakiyên cihêreng tê pîrozkirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî weke hemû salê 4’ê Nîsanê bi rengê mîhrîcanê tê pîrozkirin.

Mîhrîcana 13’emîn a 4’ê Nîsanê beriya 2 rojan destpê kiribû. Mîhrîcanê îro di roja xwe ya sêyemîn ango roja fînalê de serê sibehê destpê kir û vê heya derengiya êvarê dê bidome.

Mihrîcan bi pêşengtiya Komîteya Perwerde ya Mexmûrê hatî organîzekirin, hemû mamoste û xwendekarên wargehê di vê mihrîcanê de cihê xwe digirin.

Xwendekar, mamoste û şêniyên wargehê ji bo pîrozkirina 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Ocalan bi cil û bergên herêmî û biharî li Navenda Çand û Hunera Mexmûrê (NÇHM) hatin gel hev. Li wir piştî deqeyek rêzgirtinê mîhrîcana 4’ê Nîsanê destpê kir. Qada pîrozbahiyê bi al, poster û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengên şehîd ên têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ve hate xemilandin. Li ser pankarta mezin a dikê wiha hate nivîsandin: “4’ê Nîsanê pîroz be”, her wiha pankarta “72’emîn rojbûna Rêber Apo pîroz be” û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dayika wî Uveyş hatin daliqandin.

Di mîhrîcanê de weke nûnerên her yek ji dibistinên Mexmûrê xwendekar hatin ser dikê û berhemên xwe yên hunerî wek helbest û stran pêşkêş kirin. Bi gotinek din di navbera xwendekarên her dibistanê de pêşbirka berhemên hunerî hate lidarxistin.

Xwendekarên ku derdiketin ser dikê, dema berhem pêşkêş kirin ji aliyê hevalên xwe yên dibistanê ve pir germ û bi coş hatin pêşwazîkirin, vê yekê reng û rûyekî cuda da cihê pîrozbahiyê. Dengê ken û şahiyê li navçeya Mexmûrê jî dihat bihîstin.

Di navberan de endamên NÇHM’ê xwe ji pêşkêşkirina berhemên xwe yên wek stran û skêçan dûr negirtin.

Dîsa di navberekê de li ser navê mamosteyan, Hevseroka Komîteya Perwerdê ya Mexmûrê Bêrîvan Kaya axivî. Kaya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê kurd û yên azadîxwaz, gerîlayên azadiyê, malbatên şehîdan û bi taybetî li şêniyên wargeha Mexmûrê, hemû mamoste û xwendevanan pîroz kir.

Kaya diyar kir ku ew 13’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û bang li her kesî kir ku li hemberî êrîşên tên kirin xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin.

Piştî axaftina Kaya pêşbirka berhemên hunerî yên xwendekaran dom kir.

Roja yekemîn a mîhrîcanê di çarçoveya pêşengehê de bi nîşandana berhemên hunerî yên mîna tablo, pankart û karên destan destpê kir. Roja duyemîn jî bi pêşbirkên werzişî yên wek maratonên 100 metreyî, 400 metreyî û ya dirêj û xwe avêtin ve dom kir. Îro jî mîhrîcan di van kêliyan de jî bi pêşbirka berhemên hunerî ve berdewam dike. MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar