Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Mexmûrî dest bi greva birçîbûnê dikin

Endama Koordînasiyona Meclîsa Îştar ya Wargeha Mexmûrê Gurbet Îşlek diyar kir ku ew jî bi destpêkirina çalakiyên grevên birçîbûnê wê piştgiriyê bidin girtiyên zîndanan

Navenda Nûçeyan

Endama Koordînasiyona Meclîsa Îştar ya Wargeha Mexmûrê Gurbet Îşlek diyar kir ku ew jî bi destpêkirina çalakiyên grevên birçîbûnê wê piştgiriyê bidin girtiyên zîndanan û got: “ Armanca me ji çalakiya grevên birçîbûnê ew e ku em ê azadiya rêbertiya xwe pêk bînin. Her wiha em ê bi çalakiyên xwe pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ xurtir bikin.”

Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û zextên li girtîgehan were bidawîkirin, girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyeyê de ne, di 27’ê Mijdara 2020’an de greva birçîbûnê dabûn destpêkirin. Ji bo destekkirina çalakiya grevên birçîbûnê yê ku girtiyên azadiyê dabûn dest pê kirin, Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) wê dest bi çalakiyên grevên birçîbûnê bikin. Derbarê vê mijarê de Endama Koordînasiyona Meclîsa Îştar ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Gurbet Îşlek ji ajansa me re axivî.

‘Dijmin ji fikra Rêbertî ditirse’

Gurbet di destpêka axaftina xwe da bal kişand ser tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin û got: “Ev 22 sal in ku Rêber Apo di nava tecrîdekê girankirî de ye, hêzên hegemonîk xwestin bi vê komployê Gelê Kurd û bi giştî jî gelê Rojhilata Navîn ji fikir û ramanê Rêber Apo dûr bixin. Rêber Apo bi fikir û nêrînên xwe ve hebûna Gelê Kurd ji tevahî cîhanê re da îsbat kirin. Dewleta Tirk a faşîst ji fikir û ramanê Rêber Apo ditirse, ji bo wê jî her dem dixwestin fikirê Rêber Apo tune bikin. Lê her roja ku derbas bû fikir û ramanê Rêbertî li her deverê cîhanê belav bû.”

‘Dîrok xwe ji nû de zindî dike’

Gurbet wiha behsa berxwedana zîndanê Amedê kir: “Di salên borî de jî, careke din hevalên di girtîgeha Amedê de bi berxwedaniyekê mezin ve çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ji tevahî dinyayê re nîşan dan. Em îro jî temaşe bikin dîsa dîrok ji nû de xwe zindî dike û her der vegeriya ye sahayekê berxwedanê. Ji bo tecrîda grankirî ya ku li ser rêbertî tê meşandin bê şikandin, girtiyên azadiyê di 27’ê Mijdar’ê de dest bi grevên birçîbûnê yên bi dor û veger kirin. Ev demeke hevalên girtîgehê dest bi grevê birçîbûnê kirine, ev jî weke rexneyekê ye ji bo me tevahî gelê Kurdistanê.”

‘Grevên birçîbûnê wê bi dor û veger bin’

Gurbet, li ser destpêkirina grevên birçîbûnê axivî û wiha pêde çû: “Em jî weke Gelê Kurd pêwîste di van deman de hîn zêdetir van çalakiyane xurtir bikin. Bi pêşengtiya Meclîsa Îştarê di roja înê de em ê dest bi grevên birçîbûnê bikin. Çalakiyên grevên birçîbûnê wê bi dor û veger be û her çend roj carek wê kom bêne guhartin. Wê ev çalakî bidomin heta ku em digîhîjin armancê xwe.”

‘Pêwîste em çalakiyên hîn xurtir bikin’

Gurbetê bal kişand ser girîngiya xurtkirina çalakiyan û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em weke jin deyndarê Rêber Apo ne. Ji ber ku Rêbertiye em fêrî zanistê kirine. Her wiha eger em weke jin niha bi awayeke azad nêrînê xwe tînin ziman bi saya rêbertî û hevalên şehîd e. Ji bo wê jî em weke jin pêwîste em çalakiyên hîn bi bandortir bikin da ku em bikaribin Rêbertiya xwe azad bikin. Her tiştê ku dikeve ser milê me em ê pêk bînin û bi çalakiyên hîn bi bandortir tevlî pêngava ‘dem dema azadiyê ye’ bibin. Ji ber ku êdî weke Gelê Kurd ji bilî serkeftinê tu rêyeke me yê dinê nîne.”

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar