Şêniyên Wargeha Rustem Cûdî ya Mexmûrê, li dijî dagirkeriya dewleta tirk û dorpêçiya PDK’ê dest bi meşê kirin
Wargeha penaberan Mexmûrê di bin zext û dorpêça PDK’ê de ye. Asayîşa PDK’ê ev 11 roj e nahêle şêniyên Mexmûrê biçin Hewlêrê. Nexweşên giran jî di nav de bi sedan karker û welatî her roj ji aliyê hêzên PDK’ê ve tên vegerandin. Her wiha aqûbeta 2 ciwanên Mexmûrê jî nayê zanîn.
Li hemberî vê helwestê îro bi hezaran şêniyên Mexmûrê li ber derê Şaredariya Wargehê kombûn û xwestin ber bi Hewlêrê bimeşin. Şêniyên Mexmûrê hîn ji wargehê derneketin, ji aliyê leşkerên artêşa Iraqê ve hatin asteng kirin. Bi sedan leşkerên Iraqê rê li mexmûriyan girtine û nahêlin ji wargehê derkevin. Şêniyên Mexmûrê bi israr in ku ber bi Hewlêrê bimeşin û daxwaza rê vekirinê dikin. MEXMÛR